1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Banka Cîhanê: Ji ber erdhejê 34 milyar dolar zirara Tirkiyê çêbûye

Banka Cîhanê: Ji ber erdhejê 34 milyar dolar zirara Tirkiyê çêbûye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Banka Cîhanê, diyar kir ku tê pêşbînîkirin ji ber erdhejên Mereşê 34.2 milyar dolar zirara aborî ya Tirkiyê çûbûye.

Banka Cîhanî, “Rapora nirxandina zirara erdhejên Mereşê” eşkere kir. Li gor raporê di erdhejê de ku bandor li ser 11 bajaran kiriye, milyonek û 250 hezar kes bê mal mane.

Her disa di raporê de hate eşkerekirin ku %81’ê zirar li bajarên Hatay, Mereş, Dîlok, Meletî û Semsûrê çêbûye û hat derbirîn ku li wan bajaran 6 milyon û 450 hezar kesan jiyan dikir.

Hat gotin ku %53’ê ji ber avahiyên sivîl ên hilweşiyayî, ku dike 18 milyar dolar, %28 ji ber avahiyên cemaweriyê yên hilweşiyayî, ku dike 9.7 milyar dolar û %19 ji ber rê, pir, ban, av û elektrîkê ku dike 6.5 milyar dolar zirar çêbûye.

Cîgira Serokê Herêma Ewropa û Asya Navîn ê Banka Cîhanê Anna Bjerde ragihandiye ku ew ji ber erdhejên li Tirkiye û Suriyeyê ku bûye sedema êşek mezin, pir xemgîn in.

Her wiha Banka Cîhanî di 9’ê Sibatê de ragihandibû, dê 1.78 milyar dolar alîkarî bide herêmên erdhejê. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Banka Cîhanê: Ji ber erdhejê 34 milyar dolar zirara Tirkiyê çêbûye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri