1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Baroya Wanê: Dersa Kurdî hilbijêrin

Baroya Wanê: Dersa Kurdî hilbijêrin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komîsyona zimanê Kurdî ya Baroya Wanê daxuyaniya xwe ya niviskî de xwest kû zarok dersa zimanê Kurdî hilbijêrin. Daxuyaniyêde, “Helbet dersa bijarte ya zimanê dayîkê  nikare şûna perwerdeya bi zimanê dayikê bigire û  binpêkirinên mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ji holê ranake” got.

Komsiyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ji raya gişti re daxuyaniyek niviskî li darxist. Komsiyon li daxuyaniya xwe de got kû, “Wekî ku tê zanîn navbera 3 – 17ê Sibatê 2025ê li dibistanan  dema hilbijartina dersên kurdî yên bijarte ne. Em vê daxuyaniya çapemeniyê ji bo ku her xwendevan  bê astengî û destwerdanan bikaribe dersa kurdî hilbijêre didin!‏”

Komsiyon anî ziman kû wê rastiya anî ziman: “Dersa bijarte ya zimanê dayîkê  nikare şûna perwerdeya bi zimanê dayikê bigire û  binpêkirinên mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ji holê ranake.

Lê em bi xemgînî radigihînin ku ev dersên bijarte yên Kurdî jî nahêlin bê hilbijartin, ger werin hilbijartin jî nayên pêvajokirin.”

‘Xwendekarin dersen Kurdi di hilbijêrin, ji matematikê tên astengirin’

Di dağuyaniya xwede Baroya Wanê bal kişand qanûna bi hejmara 43 ya di 24ê Tebaxa 2023an de hatiye nûkirin û got, “Xwendekarên ku dersa Kurdî hildibijêrin, ji hilbijartina dersên zanistî yên wekî ‘ Matematik’ hatine astengkirin. Ev tê wê wateyê ku zarokên ku dixwazin bi zimanê xwe yê dayîkê hilbijêrin, ji dersên zanistî bêpar dimînin. Ev pratîka ku bi pêwîstiya wekheviyê û pêşkeftina akademîk ku di nav prensîbên bingehîn ên perwerdehiyê de ne, divê demildest bê sererastkirin.”

Daxuyaniyêde ji raya gişti re ev tiş hat gotin:

“Gelek lêkolînên zanistî nîşan didin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê bandoreke erênî li pêşkeftina  zarokan dike.Divê bê zanîn ku perwerdebûna bi zimanê dayîkê him  warê  mafên mirovan him jî  zanistî û hiqûqî pêwistîyeke girîng e.

Tê dîtin ku dersên bijarte yên zimanê dayîkê ji ber helwestên keyfî yên  rêveberên perwerdehiya bajar  û dibistanan gelek caran tên astengkirin û  pratîkê de zehmettir dikin.

Bi hinceta ” mamoste tune” û bê  malbata xwendekara   tijîkirina forma  hilbijartinê , destwerdanek hilbijartina zimanê dayîkê ye û ev tişt nayê qebûlkirin!

Her wiha bi awayeki objektif şopandina dersa zimanê dayikê pewistiyeke qanunî ye.

Em dixwazin bidin zanîn ku

ji bo gilîkirina perpirsyaran malbatên ku ji van kiryarên derqanûnî aciz bûne  em ê  alîkariyên hiqûqî bidin wan. Malbat dikarin bi serîlêdanek nivîskî an jî dikarin bi dagirtina forma ku li ser înternetê hatiye amadekirin ji komîsyona me daxwaza alîkariya hiqûqî bikin.

Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e ku di çarçoveya peymanên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî de hatiye naskirin.

Em bang li tevahî raya giştî û rayedaran dikin;   rêzgirtina li vîna zarokan a hilbijartina zimanê dayikê erkek qanûnî ye û serlêdana dêûbavan derheqê van kiryarên kêfî û derqanûnî de em amadene ku her cure alîkariya hiqûqî bidin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Baroya Wanê: Dersa Kurdî hilbijêrin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu bahis sitelericasino siteleri