1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Berdevkê Hewldana Nifşê 78’an Celalettîn Can îro wê bikeve girtîgehê

Berdevkê Hewldana Nifşê 78’an Celalettîn Can îro wê bikeve girtîgehê

featured
Bîanet
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Berdevkê Hewldana Nifşê 78’an Celalettîn Can ji ber ku piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê kiribû, salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Can îro dê bikeve girtîgehê.

Berdevkê Hewldana Nifşê 78an Celalettîn Can, ji ber piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye û rojekê bûye berpirsê weşanê yê rojnameyê, salek û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Li bendê ye ku Can îro bikeve girtîgehê.

Celalettîn Can ji bo karûbarên wî yên qanûnî bikin, îro çû Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Li gor nûçeya Bîanetê, li vir kiryarên xirab li Can hatine kirin. Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku destên Can kelemçe kirine û ew bi wî şêweyî birine nexweşxaneyê. Paşê jî li qereqola edliyeyê ew xistine hicreyê.

Saet di 17.30’an de wê bibin Metrîsê

Mafparêz Nîmet Tanrikûlû gotiye ku ew û Celalettîn Can saet nêzîkî 10.00’an çûn edliyeyê û wiha axiviye: “Sê dadwerên li dadgeha cezayê giran ev 12 roj in li dosyayê nenêrîne. Îro roja 13’an e û hîna lê nenêrîne. Piştî karûbarên li dozgeriyê Celalettîn radestî polîsan kirine. Niha di hicreyê de ye. Êvarê saet di 17.30 deqîqeyan de wê wî bibin Girtîgeha Metrîsê. Min gelekî xwest wî li derve bidin rûniştandin û min got ew bi xwe radest bûye, lê guh nedan. Saet li derdora 2 (14.00) an min xwarin bir ji Celalettînî re. Lê gotin ew birine nexweşxaneyê û ev tiştekî rûtîn e. Liv û tevgerên wan ne baş bûn. Piştî demekê Celalettîn hat, kelemçe li destan xistibûn. Ji ber li dijî vê rewşê derketiye, komîserekî kiryarên nebaş lê kiriye. Bi kelemçeyê û tevî polîsan ew birine cem doktor. Dîsa ew birin hicreyê. Em li ber vî tîştî rabûn û ji me re gotin, ‘pirsgirêkan dernexin’.”

Tanrikûlûyê destnîşan kiriye ku polîsan ji wan re got “Hûn zû hatin, hûnê di hicreyê de bisekinin.” Her weha Celalettîn Can xwestiye bi derfetên xwe biçe Girtîgeha Metrîsê, lê ev jî nehatiye pejirandin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Berdevkê Hewldana Nifşê 78’an Celalettîn Can îro wê bikeve girtîgehê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *