Rêxistina Parastina Jîngeha Îranê derbarê kêmbûna ava Gola Urmiyê de hişyarî da.
Li gor nûçeya Rûdawê, rêxistinê ragihandiye weheye ku Gola Urmiye bibe goleke demsalî û wisa bibe, dê bandoreke neyênî li çandiniya heremên derdora golê û jiyana gel bike.
Hikûmeta Îranê îsal yek ji sisêyên pişka avê ji bo vejandina Gola Urmiyê tehsîs kiriye û ji ber wê yekê jî asta ava golê bêtir daketiye.
Gola Urmiyê mezintirîn gola Îranê ye, herwiha mezintirîn gola ava şor a Rojhilata Navîn e .
Di sala 1998’an de rûberê golê nêzîkî 6 hezar kîlometrên çargoşe bû, lê piştî ku ziwabûna golê ji wê salê ve dest pê kir, rûberê wê îsal daketiye 2 hezar û 27 kîlometrên çargoşe.
Serhat News
(lg)