1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Bo 14 bajaran hişyariya barîna berfê hate dayîn

Bo 14 bajaran hişyariya barîna berfê hate dayîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê diyar kir ku li 14 bajaran dê berf bibare û divê welatî li gor vê yekê tedbîrên xwe werbigrin.

Li gor daxuyaniya Meteorolojiyê li bajarên wekî Mûş, Çewlîg, Xarpet, Meletî, Dêrsim, Erzingan, Erzerom, Erdexan, Sêwaz, Yozgat, Çankiri, Kastamonu, Gumuşhane û Bayburtê, dê îro barîna berfê destpê bike û li hinek deveran jî berf û baran bi hevre wê bibare.

Herwiha tê texmînkirin li beşek bajarên Bedlîs, Wan, Çewlîg û Mûşê jî, baraneke zêde bibare û hişyarî tê dayîn ku dijî lehiyê welatî bi tedbîr bin.

Li gor rapora meteorolojiyê li tevahiya Tirkiyê vê hefteyê pileya germê dadikeve; sir û seqem zêdetir dibe. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bo 14 bajaran hişyariya barîna berfê hate dayîn
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *