1. Haberler
  2. Cihan
  3. Bo vîzeyên Şengenê bibin dijîtal biryar hatiye wergirtin

Bo vîzeyên Şengenê bibin dijîtal biryar hatiye wergirtin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Parlamentoya Ewropayê ji bo pêşnûmaya qanûna nû ya derbarê vîzeyên Şengenê yên dijîtal da li hev kir.

Dema ku qanûna nû bikeve meriyetê vîzeyên li ser pasaportan wê êdî dijîtal bin û wek barkoda 2 alî wê li ser înternetê bên dayîn.

Ev vîze wê bikaribin li ser cîhazên mobîl bên barkirin. Kesên ji bo vîzeyê serî lê didin, wê bikaribin li ser înternetê bi gelek zimanan daxwaza vîzeyê bikin.

Piştî vê pergalê serlêdan wê li ser înternetê bên kirin, ewraqên hewce dikin wê li vir bên barkirin û bihayê vîzeyê jî dîsa wê li heman malperê bêne dayîn.

Kesên cara ewil serî li vîzeyê didin, kesên ku daneyên wan ên biyometrîk ne li gor rê û rêbazê ne û kesên pasaporta xwe nû derxistine, mecbûr in ku herin konsolxaneyan.

Bi saya vê qanûna nû biha wê kêm bibin, serîlêdan wê hêsan û bileztir bin.

YE hewl dide bi vî awayî ewlehiya herêma Şengenê xurtir bike.

Piştî ku Konseya YE û Parlamentoya Ewropayê pêşnûmayê qebûl bike û fermî pesend bike, ew ê di rojnameya fermî da bê weşandin. Dema hat weşandin piştî 20 rojan ew ê bikeve meriyetê. (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bo vîzeyên Şengenê bibin dijîtal biryar hatiye wergirtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri