Ciwanekî Kurd li Îranê bi îşkenceyê hate qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Bajarê Sine ya Îranê, ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hate qetilkirin.

Ciwanê Kurd ê bi navê Şadman Ehemdî yê 33 salî, ku ji navçeya Dêhgolanê yê bi ser Sineyê ve doh ji aliyê hêzên rejîma Îranî ve hatibû desteserkirin. Li gor nûçeya Rûdawê, Ehemedî di dema desteserkirinê de bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û cenazeyê wî radestî malbatê hatiye kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye,“Şadman Ehmedî roja Pêncşemê piştî nîvro ji aliyê hêzên Îtilaatê ya Îranê ve ji mala xwe hat revandin û piştî çend saetan di bin îşkenceyê de hat kuştin.”

Piştî ku Şadman Ehmedî hat qetilkirin, hêzên rejîmê malbata wî agahdar kirine û cenaze radestî malbatê kirine. Li gor agahiyan, hêzên hikûmetê zext li malbata Şadman kirine ku bi şev û bê beşdariya gel cenaze veşêrin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ciwanekî Kurd li Îranê bi îşkenceyê hate qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *