1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Daristan tuneye lê ‘Tabelayên daristanê’ pir in

Daristan tuneye lê ‘Tabelayên daristanê’ pir in

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di warê daristanan de Wan bajarekî herî paştemayî ya Tirkiyeyê ye. Tevî vê rewşê li bajaşar ‘Tabelayên daristanê’ jî pir in. Yek ji van tabelaya ji ‘Daristana Bîranînê ya Rêxistina AK Partiyê ya Wanê ye’ Di sala 2021’an de li nava zeviyeke vala Rêxistina AKP’ê tabelayek daliqand û ew wekî daristan diyar kir. Lê li wir niha tu dar tune ne.

Daristan tuneye lê ‘Tabelayên daristanê’ pir in - agacsiz ormanlar 2 1024x768 1

Wan bajarekî herî kêm xwedî cihên hêşîn û daristanan e. Her çiqas Wezareta Çandinî û Daristanan her sal li çendin cihên cuda yên bajêr şitlên daran diçîne jî, ev şitil ji ber ku nayên xwedî kirin zuha dibin. Serokê Sendîqeya Tarim Orkam Senê Yunus Haylaz, li hemberî vê rewşê destnîşan dike ku li heremê qadên daristanê pir kêmin û wiha dewam kir: “Qadên me yên daristanê li heremê pir kêmin. Yên heyî jî ji aliyê hin aliyên polîtik ve an tên birîn an jî tên şewitandin. Her wiha gelek daristan jî bi hinceta ewlehiyê li heremê têne şewitandin.

Daristan tuneye lê ‘Tabelayên daristanê’ pir in - yunus haylaz 1024x769 1
Yusun Haylaz

‘Ji Wanê heta Qersê daristan tune ne’

Wî diyar kir ku li herema Anatoliya Rojhilatê ji Wanê heta Qersê tu devera daristan tune ne. Haylaz di vê derbarê de ev agahî dan: “Wan xwedî parzemînê 1 milyon û 900 hezar hektar erdî ye. Ji vê tenê 45 hezar Hektar cih wekî daristan dixuye. Lê ji vê 43 hezar Hektar erd wekî ‘daristana xerabûyî-an jî daristana wêranbûyî’ dixuye. Ji bilî vê tenê li aliyê navçeyên Şax û Miksê nêzî 2 hezar Hektar daristan hene. Tu deverên din yên Wanê daristan tune ne.

Tabela hene lê daristan tune ne

Haylaz, her wiha derbirî ku li bajar hin saziyan tabelayên daristanan hatine daliqandin û wiha domand: “Li taxa Kurubaşê ya Wanê tabelaya ‘Qada Daristanê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê’ heye. Ev tabela di sala 2011’an de hatiye dalikandin, lê mixabin niha li wê derê tenê şitlek jî nîne. Dîsa li aliyê Şûşanis (Kevenlî) TOKÎ’yê di qontara Çiyayê Erekê de jî heyamekî dar dihatin çandin. Mixabin li wê derê jî li gor çavderiyên me yên dawî tu dar tune ne.

Daristan tuneye lê ‘Tabelayên daristanê’ pir in - agacsiz ormanlar 2 1024x768 2

Di warê cihên ku dar lê tên çandin de jî Haylaz hin îtirazên xwe anîn ziman û wiha got, “Li van deran piranî av tuneye. Dema ku şitil hatin divê heta demekê werin avdan. Lê mixabin dema wan av nedin ew ê zuha bin. Şitlan diçînin û pişta xwe didin, diçin. Ev nabin dar û daristan.”

‘Daristan ne mijarekî polîtîk e’

Di berdewamiyê de Haylaz, bi ser minakê de rewş rawe kir: “Li nêzî Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê, ciheke bi navê Daristana Ciwanan a AK Partiyê’ heye. Hefteyek beriya niha min mêze wê derê kir. Li wê derê ji bilî daran tenê tabela heye. Di dema hatina hin kesên siyasî de ev xebat tên meşandin û piştre jî tên ji bîrkirin.”

Daristan tuneye lê ‘Tabelayên daristanê’ pir in - agacsiz ormanlar 3 1024x769 1

Herî dawî Haylaz balkişand ser girîngiya daristanan ya bo civaka mirovahiyê û wiha pêde çûf: “Daristan wekî pişa mirovan e. Oksîjen diafirîne. Her wiha bo xêr û bereketê jî qadên girîng in. Bi van xebatên çavxapînok re nikare ev pirsgirêk were çareserkirin. Mixabin Wan cihekî bê daristan e.

Derbarê mijarê de me xwest em bi rayedarên Midûriyeta Çandinî û Daristanan ya Wanê re bixavin. Lê wan ji me re gotin ku bê destûra Midûriyeta Giştî ew nikarin agahî bidin. Di hevdîtina me bi Midûriyeta Giştî ya Çandinî û Daristanan de jî me muxatabek peyda nekir.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Daristan tuneye lê ‘Tabelayên daristanê’ pir in
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri