1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Derbarê Şiban de doz hat vekirin

Derbarê Şiban de doz hat vekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

WAN – Derbarê Osman Şiban ê li navçeya Şaxê piştî eskeran ji helîkopterê avêtibû giran birîndar bûbû de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin.  Leşkerên ku li navçeya Şaxa Wanê derketibûn operasyonê, di 11’ê îlona 2020’an de welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban binçav kiribûn û piştî îşkenceyeke giran li wan kiribûn, ew ji helîkopterê avêtibûn.Ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin, Tûrgût piştî 21 rojan  jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê Osman Şiban de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir û doz vekir. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îdianame qebûl kir. Dadgehê ji ber îkametgeha Şiban, biryara “bêrayetiyê” da û dosya şand Mêrsînê.  

HÊCET: AGAHIYÊN ÎSTÎXBARΠ

Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Şiban “xebatên mîlîstiyê kirine, bi fermana rêxistinê lojîstîk û malzemeyên jiyanî veguhezandiye gund.” Di îdîanemeyê de hat gotin ku hin herêmên Wan û Şirnexê ji aliyê endamên rêxistinê ve hatine bikaranîn û endamên rêxistinê ji mala Şîban a li mezraya Surikê erzaq û malzemeyên jiyanî girtine û têkilî danîne. 

SÛCDARIYA MAZOT Û TUP

 Di îdîanemeyê de 3 lib jelîkanên şîn ên 40-50 lître mazota li mezraya Surikê hatibûn dîtin jî wekî delîlên sûc hate nîşandan.Weke hêcet jî ji ber mala herî nêzî noxteya ku jelîkan lê hatine dîtin aîdî Osman Şiban e, hat nîşandan.  

ÎTÎRAFKAR ÎDİA KIR KU CİVÎN HATIYE LIDARXISTIN

 Di îdîanemeyê de hat diyarkirin ku herêma ku berê û di dema bûyerê de mala Osman Şîban lê bû ji aliyê balafirên bê mirov û drone ve hatiye dîtin û hat îdîakirin ku di êvara 9’ê Îlona 2020’an de ji derveyî jiyana asayî, tevgera mirovan hebûye. Di îdianameyê de tişteke din a balkêş jî bû îtîrafên îtîrafkarekî. Îtîrafkar îdia dike ku di navbera salên 1980’ê û 1990’an de endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan û yek ji fermandarên PKK’ê Mahsum Korkmaz ê di sala 1986’an de jiyana xwe ji dest dabû, li mala Şiban civîn li dar xistine.  Di îdianameyê de îfadeyên ku Şiban dabûn weke “xwe ji sûc xelas bike” hatiye nirxandin.   

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Derbarê Şiban de doz hat vekirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri