Hîndekarê berpisyar yê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Abdulhadî Tîmurtaş, destnîşan kir ku zimanê kurdî edî di nava zimanên akademîk de cih girtiye û got, “Lê belê hej jî hin kêmasîyên wê hene.”
Enstîtuya Zimanên Zindî di sala 2012’an de li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hate vekirin. Xwendekarên ji beşên 4 salan mezûn bûne dikarin li enstîtuyê qeyd bibin. Salê, payîz û biharê du heyaman di enstîtuyê de perwerde tê dîtin. Heta niha ji enstîtuyê nêzî 150 xwendekar mezûn bûne.
‘Hem gramera kurdî hem jî wêşeya kurdî a nûjen’
Di enstîtuyê de dersên wekî gramera kurdî, wêşeya kurdî a qlasîk û ya nûjen, her wiha folklora kurdî tên dîtin. Di dawiya heyama perwerdehiyê de xwendekar tezên xwe bi kurdî didin û parastina tezê jî kurdî dikin.
‘Hejmara serlêdanan her diçe kêm dibe’
Hîndekarê berpisyar yê Enstîtuyê Doç. Dr. Abdulhadî Tîmurtaş, ji Serhat Newsê re behsa enstîtuyê kir û got ku enstîtu di asta mastrê de perwerdehî dide. Tîmurtaş, derbirî ku 5 ji Tirkiyê 5 jî ji welatên din her sal bi giştî deh kontenjanan didin xwendekaran û da zanîn ku bi taybet ji Iraqê xwedekar tên enstîtuyê. Tîmurtaş, di vê derbarê de ev agahî dan: “Beriya niha gelek xwendekaran serî li me didan. Di heyama perwerdehiyê ya 2014-2015’an de nêzî 500 xwendekar dihatin. Ev hejmar van demên dawî daketiyê di navbera 50-100 kesî. Niha di enstîtuyê de tenê 12 xwendekar hene. Sedema wê jî xwendekaran dema ji enstîtuyê mezûn dibin, nikarin kar peyda bikin. Loma hejmara xwendekaran her diçe kêm dibe.”
Dersên Zazakî û Soranî jî tên dayîn
Her wiha Tîmûrtaş, diyar kir ku bona kadro tuneye ew nikarin li ser zaravayên Zazakî û Soranî lêkolînan bikin, lê belê di enstîtuyê de dersên Zazakî û Soranî didin. Di berdewamiyê de Doç. Tîmurtaş, anî ziman ku enstîtu jibo pêşveçûna zimanê Kurdî firsendekî gelek girînge û derbirî ku bi vî avayî Kurdî, di nava zimanên akademîk de cihê xwe girtiye.
Kovara Kurdiyatê
Tîmûrtaş, ji bîlî vê derheqê xebatên enstîtuyê yên din de jî wiha axivî: “Em niha bi nave Kurdiyat kovarekî derdixin. Di kovarê de gotarên wekî, ziman, çand, huner, wêşe, dîrok û civaknasî de diweşînin. Her sal jî sempozyumek tê birêvebirin. Di senpozyumê de li ser Kurdiyatê nîqaş tên kirin.”
‘Pêşiyê Tirkî hin dibin pişt re Kurdî’
Tîmurtaş, têkildarî axaftina Kurdî a di nava civakê de jî hin tişt gotin û wiha pêde çû: “Dev ji bajaran berdin, êdî milêtê me li gundan jî Kurdî napeyîve. Ev jî tê wê wateyê ku hetanî zimanek nebe zimanê perwerdehiyê ew ziman nikare pêşve biçe. Li aliyê din xemsariya dayik û baban jî li ber axaftina Kurdî asteng e. Dema min dibistana seretayî qedand, min Tirkî nedizanî. Pişt re ez hîn bûn. Lê niha zarokên me pêşiyê Tirkî hîn dibin pişt re Kurdî.”
‘Bila Saziya Zimanê Kurdî bê vekirin’
Jibo ku Kurdî were hîn kirin, divê di warê akademîk de kadro bêne gihandin. Di vî warî de jî ev enstîtu cihek girîng digirin. Lê belê divê dewlet jî di vî warî de piştgiriyek xurt bide. Beyî piştgiriya dewletê Kurdî nikare bi temamî pêş ve biçe. Çewa bona lîsans û lîsansa bilind piştgiriyê dide, pêwîste jibo qadên din jî dewlet piştgiriyê bide.”
Tîmurtaş, herî dawî daxwaz kir ku Saziya Zimanê Kurdî bê vekirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê Sazîya Zimanê Kurdî bê vekirin. Dewlet dikare vê bike. Merc bo vê hene. Gelê me ji bo vê amadeye. Rêveberên gel jî pêwîste pêşengiya vê yekê bikin. Ya din jî daxwaza me ji dewletê ew e ku kesên ji van enstîtuyan mezûn dibin, îstihdam bike.”
(lg)