1. Haberler
  2. Taybet
  3. Doktoran îstifa kir: Laboratuara patolojiyê hate girtin

Doktoran îstifa kir: Laboratuara patolojiyê hate girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, laboratuara patolojiyê ya Neşweşxaneya Zanîngeha Yuzucu Yilê ya Dursun Odabaşı tê girtin. Amûrên laboratuara ku, par hatibû vekirin jî wê ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê re bên şandin.

Laboratuara patolojiyê par ji aliyê Serokê Beşa Patolojiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Îrfan Bayram ve hatibû vekirin.Di laboratuarê de bi taybet jî nimûneyê nexweşên patalojiyê dihatin lêkolînkirin. Hat destnîşankirin ku laboratuar biboneya ku doktor tune ne hatiye girtin.

Nexweş li benda encamên xwe ne

Piştî ku Prof. Dr. Îrfan Bayram teqawît bû, hejmara xebatkarên laboratuarê daket 9 kesan.

Ji van kesan hin asîstan bûn pispor û derbasî peywireke cuda bûn. Tevî vê rewşê hejmara xebatkaran jî îcar daket 4 kesan. Ji ber vê yekê jî encamên lêkolînan ku diviya di nava 15 rojan de diyar bin, heta 3 mehan dirêj dibû.

Doktoran îstifa kir

Bo ku di beşa Patolojiyê de profesor an jî doçend nemabûn, li gor yasayê ne dikarî diktorên asîstan jî li vir bên peywirdarkirin. Herî dawî doktorên heyî jî îstifa kirin û bi vê mebestê biryar hate dayîn ku laboratuar bê girtin.

Tê diyarkirin ku tevî girtina laboratuarê wê amûrên wê jî ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê re bên şandin.

Rayedarên Nexweşxaneya Yuzuncu Yilê tevî hemû hewldanên me bersiv nedan telefonên xwe.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Doktoran îstifa kir: Laboratuara patolojiyê hate girtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *