Dolarê Amerîkî li hemberî lîrayê Tirk rekorek nû tomar kir û derket 27 TL yan.
Nirxê lîreyê Tirk li beramberî dolarê Amerîkayê her ku diçe zêdetir kêm dibe. Herî dawî, li bazarên Tirkiyeyê dolarê Amerîkî rekorek nû tomar kir û bû 27 lîreyên Tirk. Her wiha nirxê Euroyê jî li hemberî pereyê Tirk zêde bû û gihişt 29,65 TL yan.
Di heman demê de grama zêr jî bi 1,682 lîreyên Tirk.
Her ku diçe lîreyê Tirkî li beramberî diravê biyanî û dolarê Amerîkî nirxê xwe ji dest dide û ev yek bandoreke zêde li li jiyana rojane ya welatiyan dike.
Berî hilbijartinên 14ê Gulanê dolarekî Amerîkî derdora 19,50 lîreyên Tirkî bû.
Serhat News