Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 416 hezar û 453 kesan hatine kirin û di encamê de testa 72 hezar û 555 kesan pozîtîf derketiye, 181 kes pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 416 hezar û 453 kesan hatine kirin û di encamê de testa 72 hezar û 555 kesan pozîtîf derketiye, 181 kes pê mirine û 87 hezar û 192 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 325 hezar û 861 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 52 milyon û 244 hezar û 190 kesan doza 2yem, 24 milyon û 145 hezar 712 doza sêyem, li ser hev 140 milyon û 556 hezar û 373 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Jêder: Bianet
(A-A)