Sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandê ya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye ji ber erdhejê xesar dîtiye.
Erdhejên ku navenda wê navçeya Bazarcixê ya Mereşê bû û bi pileyên 7,7 û 7,6 pêk hatin tesîra xwe li ser gelek bajaran kir. Yek ji van bajarên ku erdhejê bandorek neyînî lê kiriye Amed e. Sûrên dîrokî yên bajarê Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye xesar çêbû. Hat dîtin ku li birca di navbera Deriyê Çiyê û Çîftkapiyê de dimîne qewarek mezin çêbûye. (MA Kurdî)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver