Colemêrgiyên ku ji dewlemendiya bihar, havîn û payîzê sûd werdigirin, dema amadekariyên xwe yên zivistanê dikin hê jî kevneşopiya xwe ya bi hezaran salan diparêzin. Melodiyên ku di dema çandinîya bilxur, mîrkut de têne gotin û renginîya vî bajarê Kurdan dide nîşan din. Gelê Colemêrgê ku têkiliyên xwe yên cîrantiyê yên xurt bi kevneşopîya jîyana komunal ve girêdin û dibêjin “Em ji meznên xwe fêrî jiyaneke wiha bûne”
Li Colemêrgê ku yek ji navendên girîng ên dîrok û çanda Kurdan e, wekî her demsalê di payîzê de jî mirov dikare rastî wêneyên rengîn were. Gundiyên Kirikdagê ku beriya demsala zivistanê bi reqs û awazên semîmî berhev dikin, mînaka jiyana kolektîf a ku mîrate maye nîşan didin. Di demsala havînê de sebze û fêkiyên ku bi hev re tên berhevkirin bi xebateke hevpar tên hişk kirin û ji bo werzê zivistanê tên amadekirin. Dansên halay û awazên ku di van amadekariyan de têne kirin, keda ku tê kirin xurtir dike.
Jin bi cil û bergên xwe yên rengîn sebzeyên ku di havînê de berhev kirî hişk dikin, mêr jî ceh û tovên dawîn ên demsalê bi halay berhev dikin. Dengê gundiyên ku bi westana dirûnê awazan distrên, ji her alîyê gund belav dibe. Dema ku kesên der û dorê guh didin dengên ku bilind dibin, ji aliyê din ve dengê dibêk (mirkut) ku ji bo veqetandina cehî ji qalikê wê tê kirin, tembûrê dide stranên stranan. Di heman demê de fêkî û zebzeyên li baxçeyan tên komkirin ji aliyê ciwan û jinan ve tên komkirin û ji bo konserveyê tên amade kirin. Di van amadekariyan de em bi yek ji rûniştvanê gund Murat Çîftçî re dest bi sohbetê dikin. Çîftçî ku rû û eniya wî bi teriyê dibiriqe, pesnê organîkbûna berhemên xwe dide û balê dikişîne ser van gotinan: “Me bi cîranên xwe re dest bi amadekariyên zivistanê kir. Me dirûtina kuncî ya dawî jî qedand. Piştî ku em tovên senûyê bixin ser aşê û hûr bikin, em ê tahînê çêkin.”
‘Em li gundê xwe kêfxweş in’
Çîftçî di berdewamiya de behsa têkiliyên cîrantiyê dike û wiha pêde çû: “Em li vir kevneşopiya ku ji bav û kalên me mîras maye didomînin. Têkiliyên taxan ji bo me pir girîng in. Em van têkiliyan deyndarê jiyana komunal in. Li vir em bi hev re kar dikin. Karê malekê karê hemû gund e. Karê gundekî karê hemû malan e. Di vê demsalê de em ê bacan, bîber, kelem, xiyar û ceh ên ku ji baxçeyên xwe yên zebze berhev dikin biparêzin û di cemidandinê de bihêlin. Hemî hilberên me xwezayî ye. Em li gundê xwe kêfxweş in. Hema bêje her roj li maleke cuda xwarinek tê çêkirin û em li wir kom dibin. Dema ku mêvanek tê, ev mêvan mêvanê me ye. Em hewl didin bi awayekî herî baş pêşwaziya wî bikin.”
Dema em li nava gund digerin ji bilî nok û çayê, fêkiyên hişk kirî jî dibînin. Çîftçî, “lê ya herî girîng sêv û hirmîyên me yên hişkkirî ne. Em bi taybetî nexweşên xwe yên diyabetê zivistanê bi çayê re bi hev re vedixwin. Ji ber ku demsala zivistanê dirêj û dijwar e, cîranên me tên serdanê. Di şevên dirêj ên zivistanê de em sêv û hirmîyên hişkkirî digel çayê dixwin. Gûz û hingivê me jî hene. Bi kurtasî çandeke me ya xweş heye.”
‘Min ji gundîya re sitran got ku ew bibin alîkarî ya min”
Herwiha hin kes derveyî gund jî tên alîkarîya wan. Yek ji van mînakan Rifat Karanfil e ku ew ji bajarokê Çukurcayê hatiye û li gundê Kirikdagê sem û ceh diçîne. Wî anî ziman ku ew deynên xwe bi distirîna sitranan dide.
“Ez hatim berhemên xwe biçim. Şukur, gundî bi hev re alîkarî dikin. Min jî sitranên kurdî digotin ku keyfa wan xweştir bikim. Me hemûyan bi hev re reqs kir. Ezê zivistanê bi firotina van ceh û kuncîyan tevkariyê li aboriya malbatê bikim.”
Piştgirên Edebiyata Kurdî ya Devkî
Colemêrg ku yek ji navendên girîng ya çanda kurdî ye, wekî navenda wêjeya kurdî ya devkî jî tê zanîn. Bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem; Dema ku red kirina nasnameyê, asîmîlasyon, zordarî û koçberiyê li ber çavan bê girtin, ‘folklora kurdî’ an jî ‘çanda devkî’, bi taybetî muzîka kurdî; di parastina nasnameya etnîkî/çandî ya kurdan de roleke serdest lîst. Gelê Colemêrgê jî wekî parêzvanên vê çandê tê naskirin. Her awazek ku tê gotin wekî dersekê ye. Wateya peyvan tê dayîn û kesên ku li ser awazan disekinin li hev dinêrin û ji bo erêkirina peyvan serê xwe dihejînin.