Der heqê Gerînendeyê Giştî yê Serhat Newsê Siddik Guler de ji ber nivîsa wî ya “Di Edliyeya Wanê ya Rewnaq de, edeletê cardin piştîgirî da hêzê” bi hinceta “Hewldaye tesîrê li ser darizandina ku tê dîtin, bike” ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve lêpirsîn hate destpêkirin. Guler derbarê mijarê de got, “Li vir eşkereye ku cotstandartî heye. Ez hêvî dikim ku dawî li van pêkanînan werin û terazîya edeletê li gor hiqûq û edeletê tevbigere.”
Serdozgeriya Komarê ya Wanê der heqê Gerînendeyê Giştî yê Serhat Newsê Siddik Guler de ji ber nivîsa wî ya di 18 Sibatê de, bi sernavê “Di Edliyeya Wanê ya Rewnaq de, edeletê cardin piştîgirî da hêzê” hatiye weşandin, bi hinceta “Hewldaye tesîrê li ser darizandinê bike” lêpirsîn da destpêkirin.
Guler tevî parêzerê xwe çû Midûriyeta Ewlekariyê ya Wanê û li vir di dema wergirtina îfadeyê de, li ser biryara dozger hate desteserkirin. Guler ji vir bi avayekî desteserkirî, ji dozgeriyê re hate veguhestin û piştî îfadeya wî hate wergirtin, serbest hate berdan.
Guler û rojnamevan Oktay Candemîr, çend roj beriya niha derbarê Ziya Turk de ji ber nivîsa wî ya “Ji Rojnamevan Ziya Turk, çend pirs bo Oktay Candemîr, Siddik Guler, trol û alîgirên HDP’ê” gilî kiribû.
Guler û Candemîr, diyar kiribûn ku di nivîsê de navê wan eşkere hatiye diyarkirin, bêbextî li wan hatiye kirin û herwiha mafê wan yên kesayetî hatine binpêkirin. Her dû rojnamevanan di giliya xwe de bi van sedeman xwestibûn ku nivîsa navborî ji weşanê bê rakirin.
3’emîn Dadgeriya Sul Ceza ya Wanê daxwaz red kir û di hincetê de jî wiha got, “Di lêkolîna derbarê nivîsa navborî de tu binpêkirinên mafên kesayetî nehatine tespîtkirin. Di nivîsê de hin îdîa hatine rêzkirin. Lê belê ev di çarçoveya azadiya raman û çapemeniyê de hatiye nirxandin. Tu heqeret û bêbextî nehatine tespîkirin. Ji ber van sedeman biryar hatiye dayîn ku daxwaz were redkirin.”
Guler, piştî vê biryarê bi sernavê “Di Edliyeya Wanê ya Rewnaq de, edeletê cardin piştîgirî da hêzê” nivîsek weşand û beyî diyarkirina navê, dadgeh, dagder an jî dozger, biryar rexne kir.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê, derbarê vê nivîsê de lez û bez bo Guler lêpirsîn da destpêkirin.
Guler derbarê vê lêpirsînê de wiha axivî: “Di nivîsê de min navê tu dadgeh, dadger an jî dozgeran bilêv nekiriye. Jixwe ev birayara dadgehê hatibû teqez kirin. Lewra tu darizandinên beredewam tunebûn. Yani min tesîr li ser tu tiştî nekiriye. Darizandin bi dawî bûbû. Lê, di dema îfadedayînê de ez hatim desteserkirin û ez birim edliyeyê. Xala ceza ya ku ez pê tême darizandin, ger min ceza jî bikin, jêr sînorê cezayê wê 700 TL jor sînorê wê jî 50 roj cezayê pere yê îdarî ye. Di darizandineke ku cezayê girtinê jî nîne de, ez hatim desteserkirin û piştî çend saetan ez hatim berdan.”
Li aliyê din Guler derbirî ku nivîsa ku wana wekî armanc dide nîşandin di çarçoveya azadiya çapemeniyê de hatiye nirxandin, lê mixabin, derbarê nîvîsa wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Guler di vê derbarê de wiha axivî: “Aliyekê nivîsa ku me tehdît dike, me wekî armanc dide nîşan jî di çarçovaya azadiya ramanê de tê nirxandin. Min jî ev yêk rexne kiribû û daxwaz kiribû ku daraz li gor edelet, hiqûq û wijdanê biryarên xwe bide. Dema mirov mêze vê darizandinê dike, eşkere derdikeve holê ku ev cotstandartiye. Ez hêvî dikim ku dawî li van pêkanînan werin û terazîya edeletê li gor hiqûq û edeletê tevbigere”
‘Berdewamiya pêkutiyên li ser rojnamevanan e’
Parêzerê Cîhat Durmaz jî derheqê mijarê de wiha axivî: “Dema miwekîlê min li ewlekariyê îfade da, der barê wî de bi avayekî sosret biryara desteserkirinê hat dayîn û ew sewqî dozgeriyê hat kirin.” Durmaz da zanîn ku muwekîlê wî Siddik Guler di gotara navborî de qet navê dadgehê û navê lêpirsînê nekiriye. Durmaz got, “Her çendî behsa darizandin û lêpirsînê nekiribe jî, îdiaya ku hewl tê dayîn bandorê li ser vê dozê bikin heye û sûc hatiye kirin. Lê diyar e ku hêmanên maddî yên sûc di çarçoveya dosyayê de cih nagirin. Ji gotara ku wî parve kir bi hêsanî tê fêm kirin ku muwekîlê min ne di rewşekê de ye ku bandorê li kesî bike.”
Durmaz destnîşan kir ku ev helwest berdewamiya zexta li ser rojnamegeran e û wiha got: “Dema mirov li gotara parvekirî dinêre gotareke ku dê di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de were nirxandin e. Her çend bi îhtimaleke mezin ew ê piştî darizandineke muhtemel bê beraet kirin jî, ji aliyê hiqûqî ve destpêkirina lêpirsîneke wiha nayê qebûlkirin. Ev bi tenê berdewamiya zextên li ser rojnamegeran e. Ne pêkan e ku meriv van lêpirsînên keyfî yên bi armanca tirsandin û tehdîdê qebûl bike.”
Serhat News
(lg)