1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Girtiyê ev 30 sale di girtîgehê de ye nayê berdan

Girtiyê ev 30 sale di girtîgehê de ye nayê berdan

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Girtiyê bi navê Yaşar Aslan ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye, tevî ku cezayê xwe qedandiye jî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tekîrdagê we nayê berdan.

Girtiyê bi navê Yaşar Aslan ku 30 sal in di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hajmar 2 ya Tekîrdagê tê ragirtin, bi hinceta ku “poşmantî qebûl neriye” ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê girtîgehê ve nayê berdan. Hat zanîn ku înfaza Aslan hate şewitandin û tehliyeya wî ji bo 3 mehên din hate taloqkirin.

Aslan, di kanûna sala 1992’yan de dema li Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwend, bi hincetên siyasî hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin. DGM’ê, cezayê muebbetê da Aslan. Dihat payîn ku Aslan di 27’ê kanûna 2022’yan de were berdan, lê înfaza wî hate şewitandin û tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.

Aslan, herî dawî di 27’ê adarê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê û bi sedema ku “poşmantî” qebûl nekir, înfaza wî cara duyemîn hate şewitandin.

Birayê Aslan, Muslum Aslan got ku kekê wî bi hincetên “keyfî” nayê berdan û wiha bertek nîşan da: “Ev yek, sepaneke keyfî ya ji demê re hatiye vehêlandin û îşkence ye. Divê komeleyên mafên mirovan û her kesên ji xwe re dibêjin demokrat, pêşverû û rewşenbîr divê li dijî van helwestên dadgehên li gorî serê xwe tevdigerin bibêjin ‘bes e’ û berteka xwe nîşan bidin. Heke tiştek bi serê kekê min were, berpirsyarên vê yekê lijneya ku biryara şewitandina înfazê dayî, rêveberiya girtîgehê, dozgerê girtîgehê û wezareta dadê ne.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Girtiyê ev 30 sale di girtîgehê de ye nayê berdan
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri