Girtiyê bi navê Dîvalî Guzel ku di Girtîgeha Şirnexê de dihate ragirtin, piştî hefteyekê ku ji nexweşxaneyê re hatibû veguhestin, jiyana xwe ji dest da. Guzel ku nexweşiyên dil û gurçikan pê re hebû, tevî ku ji sedî 91 rapora astengdariyê jî hebû, nehatibû berdan.
Derbarê Dîvalî Guzel de di sala 2008’an de bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û di encama darizandinê de ji “Endamtiya rêxistinê” ji wî re 6 sal û 3 meh ceza hatibû birîn. Guzel ku di Hezîrana 2022’an de hatibû girtin, piştî hefteyekê ku ji nexweşxaneyê re hatibû veguhestin, jiyana xwe ji dest da.
‘Ji proganadyê hate desteserkirin ji endamtiyê ceza jê re hate birîn’
Parêzerê Guzel, Kerem Arat da zanîn ku muwekîlê wî ji “Propagandaya rêxistinê” hatibû desteserkirin, lê ji “Endamtiya rêxistinê” jê re ceza hatiye birîn û derbirî ku di dosyaya wî de jî tu delîlên aydê van sûcan tu ne. Arat, her wiha bilêv kir ku muwekîlê wî ji ber kincên xwe yên neteweyî li ser gumanê hatiye desteserkirin û wî di hemû danişînan de jî ev yek aniye rojevê. Parêzer Arat wiha berdewam kir: “Danişînê de min cil û bergên wê yên netewî ku di dema desteserkirinê de li ser wî bûn, nîşanê heyeta dadgehê da. Min ji wan re got ku bi sedema van kincan dibeku bi gumanê muwekîlê min hatibe girtin. Muwekîlê min li gund, bajar û sûkê bi van kincan digere. Berkirina van kincan sûc nîne. Em di wê baweriyê de ne di pêvajoya darizandinê de vê yekê tesîrek (li ser cezakirinê) kiriye.”
‘Wî Tirkî ne dizanî polîsan jî Kurdî’
Bi domdarî Arat, got ku derbarê Guzel de polêsan girtekek amede kirine û tê gotin, ew li ser navê rêxistinê çûye cem dikandaran û ji wan xwestiye ku dikanên xwe bigirin. Arat diyar kir ku di girteka polîsan de hatiye îdîakirin ku Guzel ji dikandaran bi avayekî ‘Tirkî’ gotiye, “Îro em ê berteka xwe bidin nîşandan û em ê dikanan bigirin”. Lê Arat, dide zanîn ku Guzel bi hevokek be jî qet Tirkî nizane û bi heman avayî polîsên ku ev girtek nivîsîne jî Kurdî nedizanin. Arat di vê derbarê de wiha axivî: “Ya sosret ew bû ku di dema darizandinê de polîsên ku wekî şahid hatine guhdarkirin qet Kurdî ne dizanîn. Me jî ev yek di danişînê de anî ziman. Me got ku ‘Hûn hevokê Kurdî nizanin, we ev mirove çewa fêm kir?”
Derqê pêvajoya darizandinê de jî Arat hin agahî dan û diyar kir ku di sala 2021’an de cezayê Guzel li Dadgeha Bilind hatiye erêkirin û ew di Hezîrana 2022’an de bo înfazkirina ceza hatiye girtin. Arat her wiha got ku piştî erêkirina cezayê Guzel, wan a serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane, lê hêj jî dadgehê tu biryar têkildarî dosyayê de nedaye.
Di 6 mehan de 35 caran rakirine nexweşxaneyê
Arat destnîşan kir ku wan ji bo ku cezayê Guzel bê taloqkirin gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye, lê mixabin ew nehatiye tehliyekirin. Arat, got ku muwekîlê wî di nava 6 mehan de 35 caran ji nexweşxaneyê re hatiye veguhestin û Saziya Tiba Edlî jî di rapora xwe de cih daye vê yekê.
Arat, di vê derbarê de wiha diaxiv e: “Dîsa di raporê de hatiye diyarkirin ku ji sedî 91 astengdêriya wî he ye. Saziya Tiba Edlî ya tu avayî rapora ku ‘Nikare di girtîgehê de bimîne ne da wî. Wan a rapor ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re şandin û ji wir agahî xwestin. Yanî bi kurtasi ez dikarim bêjim ‘Ew ji mirinê re hat hiştin’. Herî dawî bo 3 mehan cezayê wî hate taloqkirin. Mixabin ger ew qas nehatiba derengxistin, dibe ku encam wiha neba.”
Arat herî dawî balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û wiha dibêje: “Ger bi lez bû bez di vî warî de hin guhertinên qanûnî neyên kirin, mixabin dê ji girtîgehan tabût derbikevin. Di vî warî de helwesata Saziya Tiba Edlî qelek xerab e. Wekî hiqûqnasekê ez bang dikim ku dewlet di vî warî de hin pêkanînan têxe meriyetê.”
Serhat News
(lg)