1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Girtiyê siyasî piştî 30 salan hate berdan

Girtiyê siyasî piştî 30 salan hate berdan

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Girtiyê siyasî yê bi navê Kemal Kaplan piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê serbest hate berdan.

Kemal Kaplan (58) ku li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Kaplan, di 28 saliya xwe de kete girtîgehê û di 58 saliya xwe de derket. Kaplan, di sala 1993’yan de li Îzmîrê hate desteserkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “Hewl dide beşeke xaka di bin serweriya dewletê jê veqetîne” bi cezayê muebbetê hate cezakirin.

Kaplan, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbat û hevalên xwe, rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Balikesîrê ve hate pêşwazîkirin.

Kaplan, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û wiha got: “Êdî niha li derveyî girtîgehê me û gelek keyfxweş im. Li gel keyfxweşiyê, li hêla din jî xemgîn im. Ji ber ku bi hezaran hevalên me li hundir in. Dema mirov ji girtîgehê derdikeve nikare tam bibêje ‘ez azad im.’ Niha hem keyfxweşiyê û hem jî xemgîniyê bi hev re dijîm. Ji roja destpêkê heta niha em her tim bi hêviya rojên xweş jiyan. Em bibawerin ku pêşeroj dê ya me be.”

Piştre jî Kaplan tevî malbata xwe ber bi bajarê xwe Mêrdînê ve birê ket. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Girtiyê siyasî piştî 30 salan hate berdan
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri