Piştî ku van rojên zivistanê li bajarên herema Serhedê germahiya hewayî daketiye bin sifrê, qismek rûyê Gola Aktaşê ya li Erdexanê cemed girêda.
Li Erdexanê zivistan êdî tesîra xwe baş nîşan dide û li bajêr ji ber sir û seqemê av êdî diqerise.
Gola Aktaşê ya ku li ser sînorê Tirkiye û Gurcistanê ye û 14 kîlomêtroyên wê jî di nav sînorên Tirkiyeyê da ye cemed girêda.
Tevî girêdana cemedî li ser rûyê golê dîmenên xweşik derketin holê. (AA)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver