Gulîzar Halîs a şahida komkujiya Dêrsîmê koça dawî kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Yek ji şahidên komkujiya Dêrsîmê Gulîzar Halîs ku ev demek dirêje nexweşbû, jiyana xwe ji dest da.

Şahida komkujiya Dêrsîmê Gulîzar Halîs ku wê demê hatibû sirgunkirin koça dawî kir. Gulîzar Halîs ku wek Gulîzara Hesen Axa tê nasîn li gundê Pakîre yê bi ser navçeya Xozata Dêrsimê ve demek dirêj bû bi alîkariya zarokên xwe dihat tedawîkirin. Gulîzara Hesen Axa ji ber nexweş bû koça dawî kir. Gulîzar a ku dayika parlamenterê Dêrsimê yê berê Şerafettîn Halîs û nivîskar Ûmûr Hozatli ye. Wê cenazeyê li gundê Pakîre bê veşartin.

Ew ji Afyonê re hatibû sirgunkirin

Gulîzar a ku ji komkujiyê difilite dema hê 6 salî ye bi malbata xwe re sirgûnî gundê Maciran ê bi ser navçeya Sandikliya Afyonê dibe. 9 salan li wir li sirgûnê dimîne û paşê vedigere gundê xwe. Êdî ew qet ji gundê xwe venaqete û jiyana xwe li wir didomîne û 2 keç û 6 lawan tîne dinyayê.

 Bavê wê Hesenê Heyder Axa li gundê Axwêran ku xwe veşartiye ji aliyê leşkeran ve tê kuştin. Kalê wê Heyder Axa jî li Girtîgeha Xozatê didin ber guleyan û tê kuştin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gulîzar Halîs a şahida komkujiya Dêrsîmê koça dawî kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *