Hejmara nû ya Nûbihar Akademiyê derket. Di vê hejmarê de li ser Kurdên Zaza dosyayek hatiye amadekirin. Nûbihar Akademî bi vê hejmarê dikeve 10 saliya xwe.
Hejmara 19’an a Kovara Nûbihar Akademiyê derketiye. Di hejmara nû ya kovarê de li ser Kurdên Zaza ango Kird dosyayek hatiye amadekirin.
Nûbihar Akademî bi vê hejmarê dikeve 10 saliya xwe. Kovar salê du caran çap dibe û hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal derdikeve.
Edîtoriya vê hejmarê ji aliyê Dr. Nûrettîn Beltekîn ve hatiye kirin û di dosyayê de jî pênc gotar hene.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver