1. Haberler
  2. Taybet
  3. HES û Avahîsazî ya Şaş Hewza Behra Wanê tehdîd dike

HES û Avahîsazî ya Şaş Hewza Behra Wanê tehdîd dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûçeya Taybet – Em bi Cîgira Serokê Komaleya Parastina Jîngeh û Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEV-DER) Arzu Dînçer re li ser pirsgirêkên hawirdorê yên ji ber Bendavên Hîdroelektrîk (HES) li Behra Wanê û derdora wê û avahiyên ku li dijî qanûnê hatine çêkirin re axivîn.

HES’ên ku ji aliyê şîrketên taybet ên bi piştgiriya dewletê ve li ser gelek çemên derdora Behra Wanê tên çêkirin, weke li Tirkiyeyê jiyana xwezayê tehdîd dike. Li aliyê din avahîyên bêhiqûqî ya ku di heyama dawîn de li Behra Wanê û derdora wê zêde dibe, li ser ekosîstema golê gelek pirsgirêk derdixe. Bertekên aktîvîstên hawirdorê yên li dijî HES û avahiyên ku li dijî qanûnê hatine çêkirin, tu bersivê nabînin.

Cîgira Seroka ÇEV-DER a Wanê Arzu Dînçer, bal kişand ser pirsgirêkên hawirdorê yên li herêmê û bajarê Wanê, der barê mijarê de nêrînên xwe wiha anî ziman: Tê. Di nav sedemên van pirsgirêkan de HES’ên li Gola Wanê û derdora wê û avahiyên ku li dijî zagonan hatine çêkirin, dikarin bên nîşandan. Lê gelek pirsgirêk û rewşên jîngehê hene ku van pirsgirêkan li herêmê derdixe holê. Mînak; Pirsgirêkên weke helîna cemedên Cîlo ya Colemêrgê, şewat û lehiyên di heyama dawîn de li herêmê hene û di nav rewşên ku van pirsgirêkan derdixin; Santralên nukleerî, santralên termîk, bajarvaniya bê plan, kanan, kanalîzasyon, bermahiyên malê û tibbî û kêmbûna qadên kesk tên nîşandan. Ev êrîşên li ser siberojê ne û heta ku dawî li van pirsgirêkan neyê em ê berpirsyariya xwe ya li hemberî nifşên paşerojê bi cih neynin.”

Dînçer bal kişand ser zirarên ku di dema çêkirina HES’an de ji çeman digihêje ava çeman û ekosîstemê û diyar kir ku gel li her qadê bertek nîşanî projeyên ku ji aliyê dewletê ve hatine çêkirin û mafê bikaranîna wan ji şîrketên taybet re hatiye dayîn, nîşan dide.

Dînçer got, “Li şûna bertek û daxwazên gel, daxwazên sermayê hatin bicihanîn. Û destwerdana li xwezayê neqediyaye. Weke rêxistinên hawirdorê em ê di her aliyê jiyanê de li dijî êrîşên li dijî xwezayê bin. Em dikarin ji zarokên xwe re pêşerojeke paqijtir û jiyanîtir bihêlin. Berpirsiyariya me ya herî mezin hem li hember xwezayê hem jî li hember zarokên me ev e.”

Li herêmê cih digire; Li tevahiya Tirkiyeyê bi taybetî li bajarên wekî Wan, Şirnex, Amed û Qersê bi qasî 685 HES hene.

Nûçe / Wêne: İdris Yılmaz

Serhat News

(YK)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HES û Avahîsazî ya Şaş Hewza Behra Wanê tehdîd dike
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri