1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Hevserokê HDP’ê Sancar: Xemsariya hikûmetê karesata erdhejê mezintir kiriye

Hevserokê HDP’ê Sancar: Xemsariya hikûmetê karesata erdhejê mezintir kiriye

featured
WÊNE MALPERA HDP'Ê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku xemsariya hikûmetê, karesata erdhejê mezintir kiriye.

Navenda Koordinasyona Krîzê ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) bi rojeva erdhejê li Enqerê civiya. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di axaftina xwe ya vekirinê de rexneyên tund li hikûmetê kirin û got ku polîtîkayên şaş yên hikûmet û dewletê, pirsgirêk mezintir kirine.

Mîthat Sancar her wiha destnîşan kir ku di bingeha vê karesatê de bêxemî û bêkêriya hikûmetê heye.

‘Siyaseta talanê’

Sancar di axaftina xwe de wiha got, “Siyaseta talanê û berjewendiya hin aliyan, sedema sereke ya karesatê ye. Hikûmet ji bo alîkarîkirina welatiyan gelek dereng maye. Ev derengketin û nebûna hevahengiyê bû sedema zêdebûna hejmara qurbaniyan. Hikûmetê nekariyê krîzê bi rê ve bibe û lewma erdhej veguherî krîz û trajediyekê mirovî. Di vê karesatê de desthilatdarî nikare berpirsyariya xwe veşêre.” (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevserokê HDP’ê Sancar: Xemsariya hikûmetê karesata erdhejê mezintir kiriye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *