Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDP’ê ya Bûcayê Nîhat Turk ku hatibûn desteserkirin, hatin girtin.
Li Îzmîrê di 6’ê Cotmehê de di serdagirtina malan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDP’a Bûcayê Nîhat Turk hatibûn desteserkirin. Her sê hevserok piştî wergirtina îfadeya li midûriyeta polîsan, sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê her sê kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Îzmîrê jî bi îdiaya “endmatiya rêxistinê” her sê hevserok girtin.
Girtina hevserokan li korîdorên edliyeyê bi çepik û tilîliyan hat şermezarkirin. (MA)
Serhat News