1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Îdîa ‘Gendeliya’ di Şaredariya Rêya Armûşê de hatiye xefkirin

Îdîa ‘Gendeliya’ di Şaredariya Rêya Armûşê de hatiye xefkirin

featured
Avahiya Şaredariya Rêya Armûşê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Midûrê Park û Baxçeyan û karmendeke Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ku ji ber ‘Gendeliyê’ ji kar hatibûn dûrxistin, cardin ji peywirê re hatin vegerandin.

Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, li kêleka Keleha Wanê ya dîrokî bi nêzî 24 milyon TL yan parkek dabû çûkirin. Bi îdîayaya ku di çêkirina parkê de 1 milyon û 400 TL gendelî hatiye kirin, lêpirsîn hatibû vekirin û 2 karmendên şaredariyê bi hinceta ‘Gendeliyê’ ji kar hatibûn dûrxistin. Hat hînbûn ku ev herdû karmend cardin ji peywirê re hatine vegerandin. Lê derbarê îdîayên ‘Gendeliyê’ de heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn. Vê yêkê ji rê li ber îdîayên “Gendelî tê xefkirin’ vekiriye. Balkêşe, karmendên ku cardin dest bi kar kirine, li şûna peywira xwe ya berê, ji peywireke din re hatine dayîn.

Divê navberê de, li şaredariyê karmendê girêbestî A.G. ku bi standina du meaşan di rojevê de ye, hê jî hem midûrê Çapemenî û hem jî Midurê Park û Baxçeyan e.

Tê îdîakirin ku park cardin dê bê îhalekirin

Piştî îdîayên gendeliyê çêkirina parkê hatibû rawestandin. Jêderên ji nava şaredariyê vê yekê wekî gendeliyek nû şîrove dikin.

Jêdereke ji nava şaredariyê ku naxwaze navê wî/wê bê eşkerekirin, wiha dibêje: “Di serî de di vê îhaleyê de pirsgirêk hebû. Tenê bo demek kin du personel wekî qurbanî hatibûn diyarkirin. Niha dixwazin îhaleyek nû pêk bînin. Ev jî dê zirarek cidî bide şaredariyê. Divê ceza ji fîrmayê re bê birîn û çêkirina parkê berdewam bike. Wisa nebe şaredarî wê du qatan zirar bike.

Heman jêder balê dikişîne ser îfadeyên herdû karmendên ku ji kar hatibûn durxistin, amaje wê yekê dike ku bûyer tê xefkirin.

Walîtiyê giştîname weşandibû

Di 20’ê Tebaxa 2019’an de ji aliyê Walîyê Wanê yê wê Demê Mehmet Emîn Bîlmez ve ku li dewsa Hevşaredarên HDP’ê Mustafa Avci û Bedia Ozgokçe wekî qeyûm hatibû peywirdarkirin, ji hemû şaredariyan re giştînameyek şandibû.

Di giştînameyê de hatibû xwestin ku personelê bi peymanê kar dike, ji karê Midûriyeta Şaxê bê wergirtin.

Her wiha di giştînameyê de hate gotin, “Personelên ku li gor xala 49’an a qanûna şaredariyan ya hejmar 5393’an bi peymanê kar dikin, divê ji karên midûrtî û hwd. bên wergirtin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îdîa ‘Gendeliya’ di Şaredariya Rêya Armûşê de hatiye xefkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri