Li Wanê 12 rojnameyên xwecihî di 2013’an de bi ber daxwaza Saziya Îlan Çapemeniyê bûn yek û wekî 6 rojnameyan hebûna dewam kirin. Ji van, rojnameya Îpekyolu, li Biryarnameya Hiqmê Kanûnê (KHK) hate girtin. Rojnameyên din jî tevî zor û zehmetiyên aborî hewl didin jiyana xwe bidomînin.
Hin rojnameyên xwecihî yên li Wanê xwedî dîrokekî 80 salane. Ev rojname aliyekê di bin zor û zehmetiyên aborî, li aliyê din jî di bin şert û mercên siyayasî yên guherok de hewl didin hebûna xwe biparêzin.
Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Bolgeyê Bîşar Ulutaş û Serokê Koma Medya Rojnameya Şehrîvanê Omer Aytaç Aykaç derbarê kevneşopiya çapemeniya xwecihî ya Wanê, pirsgirêkên rojnamegeriyê, sansur û oto-sansurê de ji Serhat Newsê re hin nirxandin kirin.
‘Berê teknolojî pir kêm bû’
Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Bolgeyê Bîşar Ulutaş destnîşan kir ku di sala 1999’an de di rojnameya Îkî Nîsanê de dest bi rojnamevaniyê kiriye. Wî di 2002’an de piştî rojnameya Bolgeyê hat damezirandin, wekî Midûrê Karên Nivîsê li wê derê dest bi kar kir.
Ulutaş, diyar kir ku rojnameya Bolgeyê 3 salan wekî heftane weşana xwe domandiye û di sala 2005’an de derbasî weşana rojane bûye. Ulutaş, serpêhatiya xwe ya weşangeriyê wiha anî ziman: “Rojname nêzî 17 sale wekî rojane tê weşandin. Berê rojnameyên me li Dîlokê dihatin çap kirin. Li vir çapxane tunebûn. Me rûpelên xwe di kompîturê de amade dikir, piştre li cd’yan bardikir û bi otobusê ji Dîlokê re şand. Ji wir jî bi rêya kargoyê rojname ji me re dihatin şandin. Derfêtên teknolojik pir kêm bûn. Me encax dikari çend heb wêne bikişînin. Wê demê makîneyên dîjîtal û telefon wiha pêşneketibûn.”
‘Bûhayê kaxezê pir zêde bûye’
Derbarê bûhayê çapkirina rojnameyan de jî Ulutaş derbirî ku di nava sê çar salan de bi taybet li gel pêvajoya pandemiyê bûhayê qalib, kaxez, boyax û hibirê pir zêde bûye û di nava du salan de ji sedî 600-700 zam hatiye ser kaxeza rojnameyê.”
Ulutaş, dibêje piştî ku Saziya Îlan Çapemeniyê nirxê îlanan ji sedî 70 zêdekiriye, hinekê karê wan hêsan bûye û wiha pêde çû: “Ger saziyê ev nirx zêde nekiriba, gelek rojname wê bihatana girtin. Rojname eger îlanên îhaleyan nebin nikarin li ser piyan bisekinin. Hinek hejmara aboneyan ketiye, lê dîsa jî her rojname rojê 400-500 çapan dikin.
‘Em nikarin nûçeyên zêde tund çêkin’
Têkildarî rojnamegeriyê de jî Ulutaş, got ku ew nikarin zêde nûçeyên hişk, anjî ziman tund çêbikin û wiha axivî: “Em neçarin ku nûçeyên rasteqîn çêbikin. Wisa nebe xwendevanên me bertek nîşan didin û ji me re tekzîb dişînin. Lê ev bo rojnameyên çapkirî derbasdêrê. Di vî warî de malperên înternetê xwedî sudekî cihene. Lewra lazime ew jî êdî bêne kontrolkirin.”
‘Wê çaxê hejmara rojnameyan pir kêm bû’
Rojnameya Şehrîvanê di sala 2003’an de ji aliyê komek rojnamevanên hewalbend ve hatiye sazkirin. Serokê Koma Medya Rojnameya Şehrîvanê Omer Aytaç Aykaç ragihand ku Rojnameya Şehrivanê di sala 2005’an de derbasî weşana rojane bûye û wiha domand: “Dema rojnameya me hat sazkirin, ez hêj zarok bûm. Wê çaxê hejmara rojnameyên xwecihî li Wanê pir kêm bû. Rojnameya me, rojnameya Van Gazetesî, ku niha wekî Vansesi berdewam dike û Yurt Gazetesi hebûn. Ev rojneyên pir qedîmin.”
‘Weşangerî di bin sîya leşkeriyê de bû’
Aykaç, destnîşan kir ku heta salên 2000’î bi avayekî zimanê fermî weşangerî di bin sîya leşkeriyê de dihate kirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “We nedikari ji bilî vî zimanî weşangeriyêkî bikin. Tabî wê demê di salên 90’î de Rojnameya Prestîjê hate damezirandin û li Wanê ev ziman hêdî hêdî bi vê sayê hate guhertin û pirsgirêkên civakî jî dem bi dem di çapemeniya xwecîhî de cih girt.
Rojnameya çar zimanan
Herwiha Aykaç, da zanîn ku hin heyamên ku li pey xwe şopên baş hiştine jî hene û wiha dibêje; “Mînak salên 2010-2011’an pêvajoyek wiha ye. Wê demê rojnameya ‘Van Tîme’ derxist, ku bi 4 zimanên wekî, Îngîlîzî, Ermenkî, Kurdî, Farisî û Tirkî weşan dikir. Dema ku li Dêra Axtemarayê Ermeniya ayîn pêk dianîn em bi Rojnameya Agosê re xebitin. Me li hemberî dijberiya gelê Ermenî kampanyaya ‘Em malên xwe ji Ermeniyan re vedikin’ da destpê kirin.”
‘Piştî pêvajo xitimî zimanê rojnameyan jî guherî’
Di dema ‘Pêvaşoya çareseriyê’ de Aykaç, dibêje bo aştiyê jî rojnameyan hewl dan tevkariyekî bidin û her çiqas li dijî rêgezên rojnamegeriyê be jî rojnameyan bi vî avayî helwestek derxistiye holê. Aykaç, da zanîn ku ev hewa piştî pêvajo xitimî rojnameyan jî dev ji vê helwestê berdaye û dest bi weşangeriyek bi alî kirine.
‘Guhertinên siyasî derketin holê’
Aykaç, balkişand ser erdheja Wanê ya 2011’an jî û got ku di dema erdhejê de çapemeniya xwecihî ya Wanê rola xwe baş lîstiye û rewşa piştî wê çaxê jî wiha rawe kir: “Dema ku em mêze dikin, di vê pêvajoyê de em dibînin ku çapemenî jinav diçe. Lewra di warê siyasetê te guhertinên nişkave derketin holê. Wekî mînak dema ku HDP’ê şaredarî bidest xistin, hin saziyên çapemeniyê li derdora wê kom bûn. Aliyê din, dema AKP hin parlamenter ji vir derxistin, vê car jî hin saziyên çapemeniyê jî li derdora wan kom bûn. Ji bilî van çend rojname hebûn, da ku dixwestin rojnamegeriyê bikin, lê mixabin wana jî nikarin zêde jiyan bikin.”
‘Em liser esasî pirsgirêkên bajar û welatiyan weşangeriyê dikin’
Aykaç, derbirî ku wekî Rojnameya Şehrîvan ew li ser esasî pirsgirêkên bajêr û welatiyan weşangeriyêkî dikin û ev tişt gotin: “Em pir caran li ser pirsgirêkên welatiyan nûçeyan çêdikin. Lê carnan jî têkildarî şaredariyan jî nûçe tên çêkirin. Wê çaxê jî her çiqas raste rast kayyum nebêjin jî bi avayekî nerasterast hişyarî didin me.”
Aykaç da zanîn ku wan di sala 2008’an de dest bi weşangeriya dîjîtal kiriye vê jî derfetên baş ji wan re afirandiye û wiha domand: “Niha malpera me ji rojnameya çapkiri zêdetir eleqeyê dibîne. Ev bo me gelek başe. Berê me rojname li derva çap dikir. Di sala 2012’an de me çapxaneya xwe ava kir. Encax ez dikarim bêjim ku êdî dawî li wextê rojnameyên li ser kaxezê tên çapkirin tê. Loma, êdî hemû tişt bûye dijîtal.
Aykaç herî dawî got ku ew di wê baweriyê de ye ku her diçe wê girîngiya çapemeniya xwecihî baştir bê dîtin.
Serhat News