1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Îranê 16 sal ceza daye endamekî HDP’ê

Îranê 16 sal ceza daye endamekî HDP’ê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê dadgehê ji endame Meclisa Giştî yê Agiriyê Mehmet Bîrdal re ku ji HDP’ê hatibû hilbijartin, 16 sal cezayê girtîgehê biriye.

Li gor nûçeya malpera Nêrîna Azad ku spartiye Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê, ji Endamê Meclisa Giştî yê bajarê Agiriyê yê HDP’ê Mehmet Bîrdal re, ji aliyê 101’emîn Dadgeha Tawanan a Makoyê ve 16 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn.

Hat ragihandin, bi hinceta “Alîkaridayina bo PKK, pêkanîna hewldanên li dijî ewlehiya niştimanî ya Îranê û alîkariya aborî bo partiyên dijberê Îranê” ev ceza ji Bîrdal re hatiye dayîn.

Hat zanîn ku Bîrdal ku ji navçeya Bazida Agiryê ye û 22’ê Tebaxa 2021’an li bajarê Mako yê Îranê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû girtin.

Navenda mafê mirovan Hengawê destnîşan kiriye, Birdal piştî 7 meh bi ser girtina wî de derbas bibe, vê bihara borî ji navenda desteserkirinê, bo Girtîgeha Navendî ya Makoyê hatibû veguhestin.

Dîsal li gor zanyariyên ji heman çavkaniyê, hatine wergirtin, ev girtiyê siyasî yê Kurd, ji roja desteserkirinê, heta roja darizandinê, ji mafê parêzer û herwiha têkiliya bi malbata xwe re bêpar maye.

Hêjayî bibîrxistineyê ku di 28ê Tebaxa 2021an de girtina Mehemt Birdal di çapemeniyê de cih girtibû û hatibû gotin ku Birdal ji bo bazirganiyê çûbû Îranê lê piştî ku tê ser sînorê Gurbulak-Bazirganê yê di navbera Îran-Tirkiyê de, ji aliyê hêzên Îranê ve tê girtin.

Malbata wî wê demê gotibû, Mehmet Birdal bi rêya Firokexaneya Stenbolê çûbû Tehranê. 

Birdal di dawî axaftina xwe ya telefonê bi malbata xwe de gotiye ku ew hatiye deriyê sînor ê Gurbulakê yê navçeya Bazîdê û dixwaze ji wir derbasî aliyê Tirkiyê bibe.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îranê 16 sal ceza daye endamekî HDP’ê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *