Ji bo pêşbirka di navbera Amedspor û Arnavutkoy Belediyesporê de ku dê li Stenbolê bê lîstin, ji bo alîgirên Amedsporê biryara ‘Qedexeya alîgiran’ hate dayîn. ‘
Amedsporê vê hefteyê dê li deplasmana Arnavûtkoy Beledisporê bilîze. Desteya Ewlekariyê ya Werzîşê ya Navçeya Arnavûtkoyê ji bo pêşbirka ku dê di navbera Arnavûtkoy Belediyespor-Amedsporê de were lîstin biryara ‘Qedexeya alîgiran’ da. Li gorî biryarê, dê alîgirên tîma li deplasmanê negirin stadê.
Desteya Rêveber a Amesporê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku di navbera tîma wan û Arnavûtkoy Belediyesporê de tu pirsgirêk nînin û biryara hatiye dayîn ne li gorî ruhê dostanî, aştî û biratiyê ye. Her wiha bang li alîgirên xwe kir ku di demeke tîma wan ber bi şampiyontiyê ve diçe de li provakasyonan hişyar bin û maçê li malên xwe temaşe bikin. (MA Kurdî)
Serhat News
(lg)