Berpirsê Koşka Spî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk diyar kir, piştî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Bakûrê Suriyeyê, Amerîkayê ji Tirkiyeyê xwest, garantiyê bide tiştek neyê kirin ku rewşa aloz a li bakurê rojhilatê Sûriyê nearamtir bibe.
Berpirsê Koşka Spî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk di konferansa ewlehiyê ya Behrêynê de derbarê êrîşên hewayî yên li hemberî Bakûrê Suriyeyê de axivî.
Li gor nûçeya Financial Times a Amerîkî McGurk gotiye, piştî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê, Washingtonê ji Tirkiyê xwest “garantiyê bide tiştek neyê kirin ku rewşa aloz a li bakurê rojhilatê Sûriyê nearamtir bibe.”
Di nûçeyê de hat destnîşankirin McGurk aniye ziman, “Em hewl didin li herêmê aramiyê pêk bînin û biparêzin û helbet em dixwazin ewlekariya sînorê bi Tirkiyê re jî misoger bikin.” (Rûdaw)
Serhat News
(lg)