Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê Wan jî di nav de bo 14 bajarên heremê hişyariya barana zêde û lehiyê da.
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê bo Wan û 13 bajarên din hijyariya barana zêde û lehî hat dayîn. Meteorolojiyê ji welatî û karbidestên berpisyar daxwaz kir ku di vê çarçoveyê de tedbîrên pêwîst bêne wergitin.
Bajarên ku meteorolojiyê bi ‘Koda zer’ hişyarî daye wiha ne:
Wan, Semsûr, Bedlîs, Elezîz, Colemêrg, Meletî, Sêrt, Dêrsim, Şirnex, Çewlig, Amed, Mêrdîn, Sêwas û Êlih.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver