Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li 11 bajaran dê baraneke zêde bibare û îhtîmala lehiyê heye.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku îro li bajarên Meletî, Qers, Îdir, Erzerom, Kocaelî, Sakarya, Bîlecîk, Bûrdûr, Isparta, Antalya û Bûrsayê dê baraneke zêde bibare û hişyarî hatiye dayîn ku li dijî îhtîmala lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Li bendê ye ku vê hefteyê li bajarên herêmê pileya germê 2 heta 6 pileyan zêde dibe û li çend herêman jî ba û bahoz dê çêbibe.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver