Li Mûşê jinek ji aliye hevjînê xwe yê 92 salî ve hate qetilkirin.
Li gor agahiyan bûyer li taxa Hurriyeta Mûşê qewimî. Hat ragihandin ku jina bi navê H.G. a 72 salî ji aliyê K.G ê 92 salî ve bi çekê hat qetilkirin.
Pîştî ku bûyer hat bihistin, hêzên ewlekariyê û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê H.G bo otopsiyê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê re hat veguhestin.
Sedema kuştina H.G’yê nehatiye zanîn û her wiha nehat hînbûn ku ka K.G hatiye girtin an na.
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de polîsan lêpirsîn daye destpêkirin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver