Jinên di avahiyên Dewleta Kuveytê de hatine bicihkirin hatine ji bîrkirin!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Jinên ku hevserên wan di erheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn, di avahiyên ji aliyê IICO û ÎHH’yê de hatibûn bicihkirin, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane. Jinên ku ji ber pirsgirêkan, rondik dibarînin dibêjin ku ew li vê derê hatine ji bîrkirin.

Li Wanê di 9’ê Mijdara 2011’an de erdhejek bi pîle 7,2 rû dabû û di encamê 601 kesan jiyana xwe ji desd dabû û zêdetirê 4 hezar kes jî birîndar bûbûn. Erdhejê gelek êş û azar li pey xwe hiştine û hêj jî ev  êş tên jiyandin. Yên ku van êş û pirsgirêkan jiyan dikin jî piranî jin in.

Piştî erdhejê li navçeya Artemêt ya Wanê, bo mexdûran ji aliyê Organîzasyona Alîkariya Îslamî ya Navnetewî (IICO) ku Dewleta Kuveytê piştgirî dide û Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH) ve bi navê ‘Avahiyên Kuveytê’ 62 avahî hatin çêkirin. Li van avahiyan gaza xwezayî û peywirdar tune ye. Jinên ku li vê derê hewl didin jiyana xwe bidomînin, tevî rondikên çavan pirsgirêkên xwe anîn ziman.

Jinên ku ji ber pirsgirêkên tên jiyandin bi gazincin dema kamera û mîkrofonên me dîtin, li hev civiyan. Jinên ku dibêjin tu kes guh nade wan, giliyên xwe bi me re parve kirin.

‘Bila pirsgirêkên me çareser bikin’

Jina bi navê Ayten Aslan a dayîka 3 zarokan destnîşan kir ku li avahiyên wan gaza xwezayî tuneye û çûn hatin jî dibe pirsgirêk. Aslan, diyar dike ku bo nanekî bikirin, 10 TL heqê rê dikin û wisa dikarin ji xwe re nan bistînin. Ew bang li rayedaran dike ku pirsgirêkên wan çareser bikin û wiha pêde diçe: “Bila pirsgirêkên me çareser bikin! Em dixwazin xwe gerim bikin. Hinekan 4, hinekan 6 zarok hene. Di demsala zivistanê de jiyan zehmettir dibe. Dema em nexweş dibin, nikarin biçin nexweşxaneyê. Li vir ne dergevan (kapici) ne jî dikanek heye”

Jinên di avahiyên Dewleta Kuveytê de hatine bicihkirin hatine ji bîrkirin! - ayten aslan 768x512 1

Dahatî têra nake

Hevserê Hediye Karayê 7 sal beriya niha jiyana xwe ji dest daye. Dayîka 2 zarokan Kara jî bo ku gaza xwezayî û komir tuneye hewl dide zarokên xwe bi sobeya ceyranê germ bike. Kara dibêje ku ew nikare fatureya ceyranê razîne û wiha domand: “Mehê tenê dewlet ji ber ku hevserê min miriye, 2 hezar 500 TL meaş dide min. Lê em nikarin bi vî pereyî debara xwe pêk bînin. Dahatî têra nake. Qaşo dewleta me heye, lê em di meha zivistanê de nikarin xwe germ bikin.”

Jinên di avahiyên Dewleta Kuveytê de hatine bicihkirin hatine ji bîrkirin! - hediye kara. 768x512 1

Hevserê, dayîka 2 zarokan Selma Bagiş jî 9 sal beriya niha jiyana xwe ji dest daye. Bagiş jî diyar dike, ew tenê dixwazin wekî mirovan jiyanekî derbas bikin û wiha got, “Em tenê dixwazin wekî mirovan jiyanekê bijîn. Ev heqê me ye jî. Pirsgirêkên me yên aborî pir zêde ne.

Jinên di avahiyên Dewleta Kuveytê de hatine bicihkirin hatine ji bîrkirin! - Selma Bagis

Nûçe: Şehrîban Abî- Dildar Guler

Montaj-vîdeo Dildar Guler

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jinên di avahiyên Dewleta Kuveytê de hatine bicihkirin hatine ji bîrkirin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *