Yekem karwana alîkariyê bo Suriyeyê ku ji ber erdhejan wêranbûnek mezin lê çêbûye, bi rê ketiye
Li gor nûçeya Dengê Amerîka ku spartiye ajansa Reutersê, yekem karwanê alîkariyên mirovî ji bo herêma bakur-rojavayê Sûriyê ku erdhejê bonderek mezin lê kiriye, ber bi sînorê Tirkiyê ve diçe. Tê pawîn karwanê ku ji 6 kamyonan pêk tê, îro Pêncşemê bigihije herêmê.
Reutersê diyar nekiriye ku, ka ev alîkarî ji aliyê kîjan dewlet anjî rêxistinan ve hatine şandin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver