Li Wastana Wanê ku quntara Çiyayê Artosê cih digire, di dîrokê de wek navendeke ku berhemên destan lê tên hilberandin hebûna xwe didomîne. Li vê navçeya ku ji çêkirina tevn, heya çêkirina dîsikan gelek berhem têne çêkirin, di van demên dawî de keştiyên di şînahiya Gola Wanê de diherikin hatin çêkirin.
Em çûn qerexa Gola Wanê û bûn mêvanê hosteyên keştiyan yên kurapên Teran.
Li ser rêya Westanê gelek keştî li kêleka rê bûne rêz û me pêşwazî dikin. Hosteyan van keştiyan Yaşar û Mizbah Teran in. Ew li tersxaneya xwe de bo masîvanan keştiyan çêdikin. Her ku em dibêjin tersxane, lê bila tersxaneyek mezin neyê ber çavê we. Çend cure amurên biçuk li ber destê wan in û bi van amûran ew keştiyên mezin çêdikin.
Beriyê wan masîvanî dikir
Hosta Yaşar Teran, desnîşan dike ku beriya dest bi çêkirina keştiyan bikin wana li Gola Wanê masîvanî dikirin. Her ku tê zanîn masiyên Wanê ku wekî ‘Kefala Dur’ tên bi navkirin tenê dikare bi avayekî baş di mehên zivistanê de bê nêçîrkirin. Ji ber vê çendê jî masîvaniya li Gola Wanê jî taybetmendiyekî xwe ya bê hempa heye.
Li ber destê husteyekî mezin bûne
Ev kurapên hev ku nêzî 23 sale masîvanin, li gundekî qerexa Gola Wanê aliyê Westanê çav li hostayekî keştiyan dikin û li ber destê wî mezin dibin. Di sala 2007’an de li aliyê Ayanısa ku dikeve aliyê rêya navçeya Erdîşa Wanê, keştiya hevalekî wan ê masîvan xera dibe û ji van her dû kurapan alîkarî dixwaze.
Çîroka destpêkirina keştîçêkirinê
Ew ji hin amûran li derdorê berhev dikin û diçin hewara hevalê xwe û keştiya wî temîr dikin. Bona ceribandinê jî tuje nava keştiyê av dikin. Piştî wê rojê êdî biryar didin ku jibo xwe tersaneyekî vekin.
Piştî 2007’an li Gundê Dereagzi êdî hemû kes van herdu hosteyan wekî keştîçêker nas dike. Di nava demê de ew li tevahiya Tirkiyê tên nasîn û bo gelek cihan keştiyên gol û golên bendavan çêdikin. Heta ku ew van keştiyan difiroşin bajarên rojava jî. Ew her keştiyekî di nava du mehan de diqedînin. Dibe ku rojekî li nava behrekî de hûn rastî keştiyeke ku ji dest wan derketiye jî bibîn.
Li ser Gola Wanê vî karî kêm kes dikin
Di tersaneyê de ew tenê dixebitin, li gor Mizbeh Teran, kêm kes li Wanê vî karî dikin. Ew dibêje ku hemû cure perçeyên wekî motor, raxistin û boyaxê bi serê xwe ew çêdikin. Ew hemû cure berheman ji Wanê dikerin, lê tenê şanziman û perwane ji Stenbolê tê.
Herdu kurap, dibêjin ew tekneyên mezintirîn li gor projeyê çêdikin û her yek keştiyên mezin di nava 4 mehan de tê avakirin.
‘Cihê av lê hebe, şariştanî heye’
Kurapan, bi lêv kirin ku tenê debara jiyana wan esnafiya wan e û wiha gotin: “Em li cihekî ku av lê hebû mezin bûn. Cihê ku av lê hebe, li wir şaristanî heye. Kurapan, destnîşan kirin ku ew ji karên xwe hez dikin, her wiha diyar kirin ku ew ji bilî vî karî naxwazin ti karekî din bikin.
Ew jî jiber krîza aborî bi gazincin
Di dawiyê de, ew behsa bandora krîza aborî li ser karsaziya xwe dikin. Ew keştiyên ku par çêkirine, îsal bi 5 sed hezar TLyî tenê dikarin bi 2 sed hezar TL çêkin. Berî ku sohbeta me bi wan re biqede, ez di dawiyê de dipirsim ka çend kes dikarin li Gola Wanê vî karî bikin, dibêjin ji bilî wan 3 kesên din jî hene. Herdu kurap, li sîteya pîşesazî ya ku li Westanê ye, di kargeha xwe ya keştiyê de dixebitin.
Serhat News
Video-Montaj: Zelal Sahidenur Sari
(lg)