1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Kiryariyên fermî yên jinên desteserkirî li Enqereyê bi dawî bû

Kiryariyên fermî yên jinên desteserkirî li Enqereyê bi dawî bû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kiryarên îfadedayîne ya jinên ku di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de hatibûn desteserkirin, li Midûriyeta Ewlekariyê bi dawî bû. Tê payîn jin di nava demekê de ji Edliyeya Enqereyê re bêne veguhestin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 29’ê mijdarê de derbarê 50 jinan de biryara desteserkirinê hat dayîn. Li Amed, Mûş, Agirî, Dîlok, Sêrt, Stenbol û Îzmîr di nav de li 14 bajaran di serdegirtinên malan de heta niha 18 jin hatine desteserkirin. Kiryariyên arûbarên îfadeyên jinan li Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê bi dawî bû.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) xebatên jinan ên di navbera 2011 û 2020’an de, her wiha sînyalên ji îstasyona bazê ya civîna jinan ku beşdar bûnê wekî delîlên sûç hatine diyarkirin.

Jinên desteserkirî bi“rêveberiya rêxistinê” û “xebata li ser navê rêxistinê” tên tawanbarkirin.

Di lêpirsînê de cih dane beyanên şahidên navê wan eşkere û navê wan veşarî. Navê şahidê veşarî “Ulaş” û Merdan Ruştu Ovalioglu ku navê wan di Doza Kobanê de cih digirin, di vê lêpirsîna jinan de jî cih digire.

Karûbarên jinên binçavkirî duh êvarê dest pê kir. Jinan li Midûriyeta Ewlekariyê a Enqereyê îfade nedan. Tê payîn ku ji bo jin îfade bidin dozgeriyê di nava rojê de wan bibin Dadgeha Enqereyê.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kiryariyên fermî yên jinên desteserkirî li Enqereyê bi dawî bû
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri