1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Kûpaya Cîhanê: Arjantîn bû şampiyonê cîhanê

Kûpaya Cîhanê: Arjantîn bû şampiyonê cîhanê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Arjantînê di fînala Kûpaya Cîhanî ya 20227’an de, Fransa bi penaltiyan pêk bir û bû şampiyonê cîhanê.

Tîmen Arjantîn û Fransayê di Fînala Kupaya Cîhanê ya FIFA 2022’yê de ku li Qetarê hate lidarxistin, li stadyûma Lusailê hatin hemberî hev.

Di pêşbirkirê de lîstikvanê Arjantînê Messî di deqeya 21’an de bi penaltiye golek avêt Fransayê. Çend deqiqe şûn ve di deqeya 36’an de Di Maria golek din li ser navê Arjantînê tomar kir û tîma xwe 2-0 pêş xist.

Di lîstikê de nîva yekem bi vê encamê bidawî bû.

Di destpêka nîva duyem de tîma Fransayê serdestiya xwe nîşan da û di deqeya 79’mîn de bi gola Mbappe û di deqeya 81’mîn de jî dîsa bi gola Mbappe emcan kir 2-2

Lîstik di heyama asasyî de bi vê encamê dawî bû.

Di beşa dirêjkirî de jî tîma Arjantînê di deqeya 109’emîn de bi gola Messî derket pêş. Di deqaya 116’mîn de hakem penaltî da Fransayê. Mbappe ku penaltî bikaranî, hem gola xwe û hem jî gola tîma xwe ya sêyemîn avêt û encam dîsa kir weke hev.

Beşa dirêjkirinê bi encama 3-3 qediya, di penaltiyan de Arjantînê ji Fransayê bir û bû şampiyon. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kûpaya Cîhanê: Arjantîn bû şampiyonê cîhanê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *