Di Kupaya Cîhanê ya FIFA ya 2022’an de tîmên ku wê di fînala çaryekê dê bên pêşberî hev, diyar bûn.
Kûpaya Cîhanê ya 2022’an li Qatarê berdewam dike. Di tûrnûvayê de piştî pêşbirkên tura 16 tîmên dawî, Arjantîn, Îngîltere, Fransa, Fas, Hollanda, Xirvatistan, Brezilya û Portekîz derketin fînala çaryekê.
Bernameya pêşbirkên fînala çaryekê wiha ye:
9’ê Kanûnê Roja Înê:
Di saet 18.00’an de Xirvatistan-Brezilya, li stadyûma Education City
Di saet 22.00’an de Hollanda-Arjantîn, li stadyûma Lusail
10’ê Kanûnê Roja Şemiyê:
Di saet 18.00’yî de Fas-Portekîz, li stadyûma Al Thumama
Di saet 22.00’an de Îngiltere-Fransa, li stadyûma Al Bayt
Tîmên ku di fînala çaryekê de serketine, wê derkevin nîvefînalê. (AA)
Serhat News
(lg)