Di Kûpaya Cîhanê ya 2022an de ku li Qatarê tê lidarxistin, tîma Fransayê ku şampiyonê herî dawî yê kupayê ye tîma Awustralyayê 4-1 têk bir.
Kupaya Cîhanê şevêdin di pêşbirkên Koma D de berdewam kir. Di pêşbirka ku li Stadyuma Al Jonoub hat lîstin de Craig Goodwin Goodwin di deqeya 9’an de Awustralyayê 1-0 xist pêş.
Piştî gola Awustralyayê Fransa kontrolê xist destê xwe. Di deqeya 27’an de Adrien Rabiot û di deqeya 32’an de Oliver Giroud Fransa 2-1 pêş xist û nîveka yekem bi vê encamê bi dawî bû.
Di nîveka duyem a pêşbirkê de jî serdestiya Fransayê berdewam kir. Di deqeya 68’an de Kylian Mbappe û di deqeya 71’an de Giroud encama pêşbirkê diyar kirin û Fransayê Awustralya 4-1 têk bir.
Bi vê encamê Fransa di Koma D’yê de ket rêza yekem û Awustralya jî di rêza dawî de cih girt. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)