Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîk; ji sedî 87,7ê beşdaran gotine ku “divê perwerdeya zimanê dayikê di pêş-dibistanan de destpê bike.”
Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîk derbarê bikaranîna zimanên dayikê yên ji bilî tirkî û perwerdeya wan zimanan de lêkolînek kiriye. Navendê, encamên vê lêkolînê weşandiye.
Lêkolîn di navbera 15 û 29ê Kanûna Paşiyê ya 2022yan de li bajarên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Bûrsa, Mersîn, Edene, Antalya, Dîlok, Semsûr, Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Êlih, Şirnex, Colemêrg, Dêrsim, Mûş û Agiriyê pêk hatiye. Ji bo vê lêkolînê bi 2 hezar û 238 kesan re axivîne ku zimanê wan ê dayikê ne tirkî ye.
Biwxîne – “Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî”: Bila zarok li dibistanan dersa kurdî hilbijêrin
Ji sedî 86,2yê beşdaran gotiye zimanê wan ê dayikê kurmancî, ji sedî 9,4 kirmanckî/zazakî, ji sedî 1,3 ermenkî, ji sedî 1,1 suryankî, ji sedî 0,7 erebî, ji sedî 0,5 çerkesî, ji sedî 0,4 lazî û ji sedî 0,4 jî pomakî ye.
Ji sedî 54,3ê beşdaran gotiye li nava malê/ malbatê de ew bi kurmancî, ji sedî 36,2 bi tirkî û ji sedî 6,2 jî bi kirmanckî/zazakî diaxivin. Li gorî lêkolînê mêr ji jinan bêhtir bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin.
Beşdarên ku temenê wan di navbera 18 û 24an de yên zimanê wan ê dayikê bi çerkesî, ermenkî, hemşînî, pomakî, suryankî ye diyar kirine ku ew di nava malê de bi zimanên dayikê naaxivin.
Ciwan bêhtir bi kûrmanciyê diaxivin. Kesên asta xwendina wan bilind e li gorî kesên asta xwedina wan kêmtir e, hindiktir bi kurmancî diaxivin.
Pirsên ku di lêkolînê de araste kirine û bersivên hatine dayîn wiha ne:
Ji sedî 67,8ê beşdaran ji bo pirsa “Di nava malê/malbatê de hûn çiqasî bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin?” gotiye ‘her gavê’, ji sedî 22,8 gotiye ‘car caran’ ji sedî 6,5 gotiye ‘kêm caran’, ji sedî 2,9 gotiye ‘ti carî’.
Ji bo pirsa ku gotiye “Li kolanan/di nava civakê de hûn bi kîjan zimanî diaxivin?” ji sedî 55ê gotiye tirkî, ji sedî 43,8 gotiye kurmancî, ji sedî 1,2 gotiyei kirmanckî/zazakî.
Ji bo pirsa ku gotiye “Gelo hûn bi çiqasî bi zimanê xwe yê dayikê dizanin?” ji sedî 62,8 gotiye ‘him dikarim biaxivim, him dikarim fam bikim, him jî dikarim bixwînim û binivîsim’, ji sedî 24,5 gotiye ‘ez dikarim biaxivim, ez fam dikim lê nikarim bixwînim û binivîsim’, ji sedî 7,3 gotiye ‘ez fam dikim lê nikarim biaxivim, bixwînim û binivîsim’, ji sedî 5,4ê jî gotiye ‘ez qet nizanim’.
Kesên ku li malên wan zarokên diçin dibistanê hene, ji wan pirsîne ku “We ji bo zarokên xwe yên diçin dibistanê ji dibistana wan daxwaza perwedeya bi zimanê zikmakî kir yan ne?” ji sedî 52,2 gotiye ‘Hayır’, ji sedî 47,8 jî gotiye ‘Erê’.
Ji kesên gotine ‘me daxwaz kiriye’ pirsîne ku “Encam çi bû?”. ji sedî 43,4ê gotiye, ‘digel me daxwaz kiriye pol venebû, ti sedem jî nîşan nedan’, ji sedî 27 gotiye ‘me daxwaz kir lê ji me re gotin hejmar têrê nake û pol venekirin’, ji sedî 22,3 gotiye ‘digel me daxwaz kir gotin dersdar nîne û pol venekirin’ û ji sedî 5,1 gotiye ‘me daxwaz kir û pol vekirin’.
Ji kesên gotine ‘me daxwaz nekiriye’ pirsîne ku ‘we çima daxwaz nekir?’. Ji sedî 23,8 gotiye ‘Me nizanîbû derseke wiha ya bijarte heye’, ji sedî 21,6 gotiye “Me ji bo zimanên zindî daxwaza perwerdeya zimanê dayikê kiribû lê bi hin sedeman qebûl nekiribûn, ji ber wê’, ji sedî 17,8 gotiye “Ji ber rêveberiya dibistanê ev daxwaza me qebûl nekir û ew şandin dersên din ên bijarte’, ji sedî 14,8 gotiye ‘Ne di wî temenî de ye ku bikaribe dersa navborî hilbijêre’, ji sedî 11,8i gotiye ‘Ez bawer nakim ev dersa hilbijarî ya ziman û devokên zindî tiştekî li hînkirina zimanê dayikê bike’, ji sedî 6,6 jî gotiye ‘Ji bo li dibistanê cidakarî li zarokan nebe’ wan daxwaz nekiriye.
Ji bo pirsa ku gotiye “Hûn dixwazin zarokên we perwerdeya bi zimanê dayikê bibînin?’ ji sedî 98,7 gotiye ‘Erê’, ji sedî 1,3 gotiye ‘Na’.
Jêder: Bianet
(A-A)