Encamên Projeya Nexşeya Zimanan hat eşkerekirin. Di çarçoveya lekolînê de derket holê ku, piranîya Kurdan dixwazin li Tirkiyê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem.
Projeya Nexşeya Zimanan bi hevkariya nûnertiya saziya Almanî Friedrich Ebert Stiftung ya li Tirkiyê û navenda lêkolînan Rawestê hatibû destpêkirin.
Projeya Nexşeya Zimanan, armanc dikir ku di forma barometreya zimên de, bi awayekî periyodîk şopandina bikaranîna ziman û avakirina daneyan, dîtina daxwazên derbarê ziman û parvekirina van daneyan de ji raya giştî re parve bike.
Proje, bi şêwaza rapirsiya bi kesên ji 18 salî mezintir, li bajarên Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê hatibû destpêkirin.
Li Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê bi 5 hezar 96 kesan re lêkolîn hate kirin.
Li gorî lêkolînê:
Her çend şiyana axaftin û fêmkirina zimanê zikmakî zêde be jî, di jiyana rojane de bikaranîna ziman lawaz e.
Rêjeya zanîn û bikaranîna ziman di mêran de ji ya jinan bilindtir e.
Rêjeya axavtina bi zimanê zikmakî ya bi dê û bavan re û axaftina bi zarokan re bi qasî sê ji çaran kêm bûye.
Bikaranîna ziman li navenda bajaran ji gundan kêmtir e.
Di nav kesên ku asta perwerdeya wan bilind e, rêjeya zanîn û bikaranîna ziman li gor kesên ku asta perwerdeya wan nizm e kêmtir e.
Dengdêrên HDP, xwedî rêjeya herî bilind a zanîn û bikaranîna ziman in.
Hate ragihand ku li heremê rêjeya kesên ku dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem ji sedî 73,8 û rêjeya kesên ku zimanê wan ên zikmakî ne Tirkî ye û dixwazin perwerdeya bi zimanê zikmakî bê dayîn ji sedî 79,8 e.
Li gor daneyên ku hatine belavkirin, rêjeya kesên ku dixwazin li şaredariyan xizmetên bi Kurdî hebe ji sedî 80,8 e.
Di çarçoveya Projeya Nexşeya Zimanan de li Amedê bi hezar û 346 kesan re hevdîtin hate kirin, ji sedî 90ê beşdaran diyarkirin ku dikarin di astên cuda de bi Kurdî biaxivin û fêm bikin.
Serhat News
(lg)