1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Leyla Mihrinaz Engin Nivisî: Çavtengî

Leyla Mihrinaz Engin Nivisî: Çavtengî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bila çi kes nebêje mêjûyê çûkan tîne. Hizira wan ji heye. Dema dibe zivistan bêqut dimînîn. Gava ku hînî cihekê dibin, her zivistanê diçin wê derê ku zikê xwe têr bikin. Gava zivistan tê xwarina wan kêm dibe û qet namîne. Birçî dibin, çavên wan li qutî dimîne û bi çavên hêvidar li min mêze dikin ku ez xwarin ji bo wan danim ser dîwar.

Min her dem dixwast li maleke ku şaneşîna wê heyî bijîm, ku ez zerya roj, çiya û asîmanan bibînim. Li ber êvarkî ve refek çûkan hat dada ser dîwarê şaneşêna min. Li ber sivandên mala min dadabûn û li benda min ku ez hinek xwarin ji bo wan danim ser dîwarên şaneşînê. Wê rojê min hêj êvar da ji bo wan xûp cuda kiribû. Ez wê rojê heta êvarî li benda wan mam. Gava bû êvarî mîtanî zarokan deng der xistin û hatin ser banê cînarê min. Min ji bo wan xwarin rijand li ser dîwarî, lewra xwarina bikiz bû ji ber vê yekê min laylonek raxist bin.

Hêdî hêdî firdan û hatin. Di serî de qefleyek kewokan hatin. Gava kewok li ser xwarinê bûn sê qijîkan baskên xwe vekirin hatin. Wekî dîn û haran bilez hatin û zordarî li wan kirin. Kewokên reben û belingaz ji qijîkan tirsiyan û sî kewok bûn lê ji qijîkan tirsiyan. Çavên wan man li xwarinê. Ez di wê baweriyê de me ku qijîkan gewdê xwe mîtanî gewdê hût û zîhayên gewre didîtin. Xof û gef li kewokan dikir. Qijîkan nikilê xwe li xwarinê dida û serê xwe radikir û pozbilind û xof li jêr dinêran. Kewok gavekê jê dûr radiwestiyan , nedixwast ku xwarin hemû ji bo qijîkan tenê bimîne. Lê ew qas birçîbûn êdî hemû tirs da ber çavên xwe û çûn li ser qijîkan. Qijikan mêzand hijmara wan zêdeye û nikarin wan , hima nikilê xwe li laylona sawar li ser da firiya û hima xwarin ji qata heftê ket ,hewa ve belave bû..kewokên belingaz matmayî temaşeyî vê bizava wan kir û bizikê birçî firdan û çûn.

Wê rojê vê liv û bizava qijîkan mirovên çavbirçî û hesûd anin bîra min. Kesê ji bilî xwe çi kesê na fikire ,xêrnexwaze û ji bilî xwe jiyanê ji bo çi kesê naxwaze û dixwaze serwerî jiyane her kesê be.Ew Ev kes çavbirçî ne xeynî xwe dixêra çi kesê nîn in,ne çavên wan têr dibin ne ji zik têr dibin herdem çavbirçî û xêrnewaz in.

Ez bawer dikin ku bereket û malê cîhanê têra hemû giyanewerane. Dînya tenê ne ji bo mirovane, para hemû giyanewer ,gil û giyan û xwezayê jî ye. Hemû zindî wê rojekê bimirin , dê mal û milk , ax , kevir ,hewa, bax û bostan bihêlin paş xwe.
Dema jiyanê pir kurt e. Çi pêwîstî bi heye ku em ji bo vê jiyana kurt ev qas zor nexweşî û astangiya derdixin pêşiya hevdû. Ev kuştin û zilm û zordarî ji bo çiye?

Dînya ne milk û malê mirov e, cihê mirovahiyê ye. Ne cihê çavtengiyê ye cihê merdane.

 

Tepki Ver | mutlu1
1
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Leyla Mihrinaz Engin Nivisî: Çavtengî
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu bahis sitelericasino siteleri