1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Leyla Mihrinaz Engin Nivisî: Kêzik

Leyla Mihrinaz Engin Nivisî: Kêzik

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nivîskarê Alman Franz Kafka di çîroka bi navê Guhartinê de lehengê çîrokê Gregor Samsa, sibekê gava ji xewê hişyar dibe xwe kêzik dibîne..

Dema sibeyekê tu rabûyî, bifikire dema tu di mala xwe ya mezin de veguhistiyî kêzikekê. Bifikire tu bi çavê kêzikekê dinêrî jiyan, mirovan, di hilweşandina kaneke maden de mirî û bîrindar tê derxistin, dikevî ber bobelatek lehiyê tu di balefireke ku dikevî dayî, bifikire sibekê tu radibî di laşê xwe de kunêrekê dibînî… Ez dikarim hêj gelek bobelata rêz bikim. Bibexşînin ez we bizorê ber bi reşbîniyekê ve paldidim. Lê mejûyê mîrovan, em çiqas sîtemkariyê li dil û li rastiyên şênber ên cîhanê dikin, dê bîne bîra me em çiqas hevdu û cîhanê hova ne bikar tînin, êdî me pêwîstî bi şîyanekê heye ku milên me bigire hilpekîne…

Êdî li hember me aramiya zemanî ji nemaye. Wilo dizivire ku dem nemine em bikarin binêrin eynîkê. Yên ji jiyanê ditirsin, di nav kespek mezin ya azwerî dane ku berikên kefenê xwe tijî bikin. Ji vê sedemê ye ez nizanim ji vê yekê ye, çi qimetê diravan ji nemaye.

Tenê me, em dibêjin ez tenê me ji sohbeta miravatî dûr dikevin. Ne taqeta me maye ku bi dil û can guhdar bikin, ne ji xwesteka me maye ku em du peyvan binin ba hevdu. Yê têkîliyên me sar dike çiye?

Teknolojî ji wekî jiyana hemdem tê spartin, mejû kor e dike? Em dîlên teknolojiyê ne an teknolojî dîleya me ye? Dema mejûyê me çû ma em ji dil jî bûn? Ma an ku me viyan, parvekirin û evîn ji jîbîr kir? Aya em mezin dibûn an ji em qasê kêzikekê biçûk dibin..

Ji hemû cîhanê agahdarbûyin, anku berjewndî, di riya berjewendiyan de em dibînin ku jiyana mirovan erzan dibe, li ber çavan dibînin em dimirin, mirinê em qelizandin? Em diciniqîn wekî kêzikekê dibin solkekê de bipirçiqîn, wekî kezikekê bijîn

Amîn Maalouf gava digot, bizmara vê cîhanê derketiye “ew wê demê wan polîtikaya rexne dike ku ji bo hemû gelan û çandan dibin xeter.” Ma ne ew polîtikana ku me li gorî renk, zayande, zimana, ola parçe dike?

Niviskar, jibûna rewşa mirovan xemgîn dibin, dikin hewar. Helbestvan bi pênûsê dilopên xwînê dirêjin li ser kaxida spî. Hûnermend xemdar in, rewşenbîr xemgîn nîn, sosyalîst kêm in, mejûyê cîvanên hêviya pêşerojê bigotinên kîn û kerbê dişûn. Jinan li ber çav dikujin. Xweza jî ji bo vê rewşê digire. Daristan ji ber gumlatên betonan qetil dikin. Di nav axa salê de sê bera bide lexem hene. Bijîjik, ji sonda Hîpokrat şaşbûye. Tayê teraziya huquq , dadê qetiyayiye. Pênûsê çapemeniyê şikestiye, anku peyva wê… Û dem diherike. Dem nîne ku binêre neynîkê. Dibe ku rojekê neynîkê gava rûyê kezikî dît biderize?

Ez ne reşbînim ji ber wê min reşbîn nivîsî…

Hêvî
Di zoma qereçan daye
Qereçeyek li defê dide
Ez ji kovaniyê direvim
Ez ê velorînim…

Tepki Ver | mutlu1
1
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Leyla Mihrinaz Engin Nivisî: Kêzik

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu bahis sitelericasino siteleri