1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Leyla Mihrinaz Engin Nivisî: Tehma zimanê dayikê

Leyla Mihrinaz Engin Nivisî: Tehma zimanê dayikê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tehma zimanê dayîkê tehma şîrē dayikan dide. Li Tirkiyê em hatine cîhanê, tirki zimanê fermiye û li ser nasnamên me ji hatiye nivîsandin. Dayîkên me bi me re Kurdî axiftîne ku heta em çûne dibîstanê û bûne xwendewan.

Dema ez çûm dibistanê min hinek tirkî dizanî , hima ewqas. Pênûsek min reş hebû. Qet ji bîra min naçe bavê min ji bo min pênûsek standibû û li ser wêneyê tîmsahî hebû. Rojekê min temaşe kir ku di çendê de tûne. Ez gelek ber ketim, lê nizanim çiba ew qas ber ketim. Rewşa babê min a aborî xweş bû. Heke min bi xwestiba da deh heban jî ji min re bistandiba. Min demekê serê xwe rakir û min dît ku pênûsa min ya bejîn dîrêj û zîrav û reş dest hevalê min da dibîrisqe , pir zora min çû û min xwest. Lê hevalê min got, na ev ya min e û ne ya te ye. Te ji min dizî ye.

Min ne pejirand û çend heval û mamosta ketin navbera me. Min nikarî ku bi tirki xwe vebêjim. Ez mam li benda biryara mamosta. Qey min got mamosta wê ji min bawer bike. Lê mixabin bawer me kir. Dema ez ji pênûsa xwe bêhêvî bûm , ez giriyam. Wê demê tê bîra min ku ez kurdî giriyam. Nebêjin mirov çawa kurdî digîre.. Min ji binê piya kir qîrî û got aaaa û aaa û rondik mîna baranê ji çavpn min herikin.

Wê rojê ez gelek li ber xwe da ketim. Min nikaribû bi zimanek biyanî derdê dilê xwe der bikim û rastiyê bêjim. Mirov bêziman lal û kor e . Li ser rastiya min ez bûbûm diz. Ew dem gava tê hizira min , girîna min a kurdî tê aqilê min.

Rojekê ez li banqê dixebitim. Di destê mîşteriyekê de çekek hebû , dikir qirî û dengê wî li baqê olan dida. Li karkeran dike qîrên.

Ji cihê xwe rabûm çûm ba wan. Min bi tirkê jê pirsî çima dikin qîrî , kêmekê dengê xwe daxin. Min gotê bidengekî nizim baxîvin.

Nivî tirkî nivî kurdî derdê xwe digot. Ji nişkê ve bîranina min hate hizira min. Ez derdê wî gihiştibûm. Lê dîsa min bizanebûn tirkî tiştek din pirsî. Min xwest ez biceribînim ka dê çiqas bike qîrin. Du sê pirsên din ji jê pirsin. Li ba min wekî şêrek bîrindar dixuya.

Bîrindarê zimanê xwe bû , mabû bêziman nedikarî derdê xwe bêje. Mabû navbera nal û bizmarê de. Ne bêziman û bêpeyvîn bû. Hostayê axiftinê bû , bes bi zimanê serdestên xwe nedizanî. Xwediyê zimanê qedexe bû. Ew salek bû bi keda dest û milên xwe li Edenê li avahiya xebitibû. Serkarê wî çekek dabû destê wî û ew xapandibû. Mabû heyrî nedikarî derdê xwe tirkî bêje. Hima dihundirê xwe de dişewîtî.

Hima dikir qîrên û hewar. Min jê re got keko kurdî baxîve , ez kurdî dizanim. An gotina min fêhm nekir an ji bawer nekir kesek li Edenê û xebetkareke banqê kurdî bizane. Dîsa nîvî kurdî û nîvî tirkî biind peyvî. Hevalekî li ber guhê min nizim got : daxdan gelmîş( ji çiyan hatiye)

Gelek xemgîn bûm. Gelek berketim

Cara duyemîn min gotê, kurdî baxîve. Dema ez fêhm kirim matmayî ma. Çavên wî tijî bûn. Bawer nekir. Bişareza û birêz derdê xwe bidengek nizim vegot. Wisa hêsanî û xweşik kêşeya xwe ji min re got. Mirovek zana , şareza û aqilmend bû. Dizanî ka dê gotina xwe çawa bêje. Dîlgirtiyê zimanê biyanî bû. Zimanê dayikê derdê vegotina mirov e û çi ziman tehma zimanê dayîkê nadin.

Tepki Ver | _zg_n1
0
mutlu
Mutlu
1
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Leyla Mihrinaz Engin Nivisî: Tehma zimanê dayikê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu bahis sitelericasino siteleri