Di encama erîşeke çekdarî ya li hemberî qehwexaneyekê de li navçeya Peyasa Amedê yek jê giran 3 kes birîndar bûn.
Hate ragihandin ku li hin kesên çekdar bi otomobilekî hatin ber qehwexaneya li ser Bûlvara Mahabadê ya Peyasê û gule reşandin ser qehwexaneyê. Di encama êrîşê de hat diyarkirin ku yek jê bi giranî 3 kes birîndar bûne.
Kesên birîndar ji bo dermankirinê ji aliyê tîmên hewarçûnê ve rakirin nexweşxaneyê.
Piştî êrîşê, êrîşkar bi heman otombîlê ji cihê bûyerê reviyan.
Polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û ji bo êrîşkarên ku bi heman otomobîlê reviyane bigirin dest bi xebatê kirine.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver