1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Amedê pisîkên di sîteya Galeriayê de asê mabûn hatin rizgarkirin

Li Amedê pisîkên di sîteya Galeriayê de asê mabûn hatin rizgarkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xebatên ji bo rizgarkirina ajalên ku di xirabeyên sîteya Galeriayê ya Amedê de asê mabûn  encam da û 13 pisîk hatin rizgarkirin.

Li Amedê, du bloqên Sîteya Galeria ya li ser Cadeya Elazig a navçeya Bajarê Nû ji ber erdhejên Mereşê hilweşiya bûn. Di sîteyê de her wiha gelek ajal asê mabûn û xwediyên wan û parastvanên ajalan ji bo rizgarkirina wan têdikoşiyan. Piştî hewldanên wan bo rizgarkirina van ajalan xebat hatibû destpê kirin.

Di çarçoveya xebatên rizgarkirinê de helîkoptereke leşkerî anîn sîteyê lê encamek jê derneket. Li ser vê yekê ji Xarpêtê vîncek anîn û xebat hatin domandin. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, Komeleya Parastina Xweza û Sewalan a Amedê, Komeleya Parastina Pêkan (Paw Guards) û ajalhezên amedî tev li xebatên rizgarkirinê bûn û di encamê de 13 pisîk hatin rizgarkirin.

Herî dawî pisîka bi navê Zeno ji avahî hate derxistin. Piştî tedawiya li cem baytar jî dê radestî xwediya/ê wê were kirin. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amedê pisîkên di sîteya Galeriayê de asê mabûn hatin rizgarkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *