Li navçeya Rezan a Amedê di navbera du koman de şerê çekdarî derketiye û di encama şer de 2 kes hatine kuştin.
Li gor agahiyan bûyer, li Şaxa Marketa Mansur Gross a li ser cadeya Bayindirlîk ya Navçeya Rezan (Baglar) pêk hatiye. Li vir di navbera du koman de pêşiyê nîqaş derket û piştî demekê niqaş vegeriya şer.
Hat ragihandin, di şerê ku çek jî hatine bikaranîn de 2 kes hatine kuştin.
Heta niha nasnameya her du kesên hatine kuştin nehatiye zanîn, lê tê gotin gule li serê her du kesan ketine û jiyana xwe ji dest dane.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver