Li navçeya Xîzan a Bedlîsê qadeke berfireh ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlekariya Taybet” hate ragihandin.
Walîtiya Bedlîsê di 2’yê Tîrmehê de li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên bi ser navçeya Xîzanê qedexeya derketina derve ragihand. Piştî ragihandina qedexeyê li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Di 6’ê Tîrmehê de hem qedexe û hem jî operasyon bi dawî bûbû.
Hefteyek piştî operasyonê jî li heman qadê dîsa operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyona leşkerî ya li herêmê didome. Walîtiya Bedlîsê qadeke berfireh ku 10 gundên bi ser navçeya Xîzanê û gundên Xûlepûr û Kekulanê jî digire nav xwe, ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlekariya Taybet” ragihand.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku herêma navborî ji 14’ê Tîrmehê heta 28’ê Tîrmehê weke “Herêma Ewlekariya Taybet” hatiye ragihandin.
Hat ragihandin ku cotkarekî ku ji bo avdana zeviya xwe diçû, ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin. (MA)
Serhat News