1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li  Çanakkaleyê 11 gund ji ber şewatê hatin valakirin

Li  Çanakkaleyê 11 gund ji ber şewatê hatin valakirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Çanakkaleyê şewata daristanê di roja 3’yan de berdewam dike. Heta niha hezar û 500 hektar qada daristanê ji ber şewatê bûye xwelî û 11 gund jî ji ber şewatê hatine valakirin.

Sê roj berê li devera Damyerî ya girêdayî navenda Çanakkaleyê li qada daristanê şewat derket û hêj didome. Rayedaran duh gotin ku rê li ber belavbûna şewatê girtine lê hêj jî nehatiye vemirandin.

Ji ber şewata heta niha şewat li qadeke bi qasî hezar û 500 hektaran didome. Hat zanîn ku ji ber hewayî şewata li daristanên gundên Yagcilar û Aşagiokçular ên girêdayî navendê dîsa bilind bûn. Komên girêdayî Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Çanakkaleyê hem ji hewa ve hem jî ji bejahiyê ve mudaxileyî şewatê dikin û hewl didin vemirînin.

Heta niha 250 kes hatine veguhestin

Hejmara gundên ji ber şewatê hatine valakirin derket 11’an. Hat zanîn ku rewşa 95 kesên ji dûyê bibandor bûn jî baş e. Heta niha hezar û 250 kes li qadên biewle hatine veguhestin. Li gundên Ulupinar û Yagcilarê 9 mal şewitîn. Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Qeraxê da zanîn ku ji bo avê ji behrê bigirin, bi şev saet 03.00’an Derbenda Çanakkalêyê ji hatin û çûnê girtine. Her wiha hat gotin ku dê derbend ji saet 11.00’an ve ji bo aliyekî (başûr-bakur) were vekirin.  

Şewata duh li Gelîboluyê derketî 5 saet piştre hate vemirandin û kesek hate binçavkirin. Hat zanîn ku çirûska ji qeynaxê derketî bûye sedema şewatê. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li  Çanakkaleyê 11 gund ji ber şewatê hatin valakirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *